Dayikên Şemiyê: Destê xwe ji ser dayikan hilînin!

Dayikên Şemiyê zarokên ku salên 90'î li Kurdistanê hatine windakirin û rewşenbîrên Ermen ku dema qiririna Ermenan li Stenbolê hatin destgîrkirin û qetil kirin bi bîr anîn. Êşkenceya li ser dayikan şermezar kirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya çalakiya xwe ya 734'emîn de rewşenbîrên Ermenî yên ku di 24'ê Nîsana 1915'an de hatin windakirin bi bîr anîn. Her wiha dayikan got: "Herî baş em fam dikin ku çi hatiye serê dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê. Ew ji bo zarokên wan bijîn têdikoşin. Heqaret li wan hat kirin. Bi tundiyê rû bi rû man. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Jin jiyanê diafirînin, dest nedin jinan." 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 734'an a çalakiya xwe de xwestin li Qada Galatasarayê li aqubeta xizmên xwe bipirsin lê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê li ser astengiya polîsan li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî dan. Kuçe dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de Mirovên Şemiyê tîşortên li ser wêneyên windayan hebûn li xwe kirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qurnefîl hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'26 ZAROK HATIN WINDAKIRIN' 
 
Daxuyaniya vê hefteyê Endama Komisyona Windayan a ÎHD'ê Besna Tosun xwend. Tosun wiha got: "Di navbera salên 1992-1997'an de li Êlih, Bedlis, Çewlik, Cizîr, Kerboran, Dêrsim, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya, Gever, Licê yên di bin rewşa awarte de, 26 zarok di bin çavan de hatin windakirin. Di girteyên dadgehan û di fezlekeyên dozgeriyê de windakirina 26 kesî ya di bin çavan de tê diyarkirin. Tevî serîlêdanên malbatan ev yek bê encam ma. Divê kiryar bên cezakirin."
 
Tosun da zanîn ku li Bajarokê Mirikê yê Dêrsimê Dilek Serin a 3 salî, li Şirnexê Îlyas Dîril ê 12 salî, li Geverê Munir Saritaş ê 13 salî, li Licê Metin Budak ê 14 salî tevî bapîrê xwe û gelek zarokên din hatin windakirin. Ji bo dîtina kujerên van zarokan dewletê gavên berbiçav neavêtiye. 
 
REWŞENBÎRÊN ERMENÎ BIBÎR XIST 
 
Tosun di heman demê de anî ziman ku ew ji bo aqûbeta 174 Ermeniyên ku hatine windakirin jî hatine gel hevdû û got: "Ev 734 hefteye ku dixwazin windayan bidin jibîrkirin. Lê em ji bîr nakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'DEST NEDIN DAYIKAN' 
 
Piştre xweşka Hasan Ocak ê ku di binçavan de hatibû windakirin, Maside Ocak axivî. Maside got:" Em dizanin êşa ewladan çawa ye. Çimkî em nebûn şahid bi serê me ve hatiye. Em hîn jî êşê dijîn. Duh li ber Girtîgeha Gebzeyê polîsan tundî, îşkence û heqaret li dayikên girtiyan kirin. Herî zêde em ji halê dayikan fam dikin. Jin jiyanê diafirînin, dest nedin jinan." 
 
'24'Ê NÎSANA 1915'AN DESTPÊKA NEBAŞIYÊ YE' 
 
Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan jî got: "24'ê Nîsana 1915'an mîlada destpêkirina nebaşiyê ye. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Me do dît ku çi bi serê dayikên me de anîn. Kesên ku heqaret li dayikan kirin û yên ku bû sedema vê heqaretê mohara xwe li binê alçaxiyê xistin."