Dayîkên Şemiyê: Bila kiryar werin dîtin
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn ê ku 21 sal berê hatibû windakirin.
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn ê ku 21 sal berê hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 680'an de çalakiya Qada Galatasarayê ya aqûbeta windayan berdewam kir. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn yê ku di sala 1996'an de hat binçavkirin û windakirin. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in winda li ku ne?" vekir û qurnefilên sor û laçikên sipî danîn ser wêneyên windayan. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn.
Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Mehmet Emîn Adıyaman, diyar kir ku 680 hefte ye malbat û dayik li vê qadê diqîrin û dixwazin denge xwe bigîhînin Tirkiyeyê û cîhanê û wiha got: "Lê mixabin îktîdara siyasî, li hemberî vê daxwaza malbatan ker, lal û kor bûye."
PIŞTÎ KU TEHLIYE BÛ, HATE WINDAKIRIN
Parêzera Turkoglû, Gulîzar Tuncer jî wiha got: “Piştî DGM'ê ya Stenbolê der barê wî de biryara tahliyê da, çû malbata xwe ya Edîrneyê. Piştre jî careke din agahî jê nehat girtin. Wekî hemû windayan ji bo wî jî serî li hemû rayedarên dewletê dan. Lê heta niha tu agahî nehatiye girtin. Wê demê komek taybet a kontgerîla ya ji leşker îtîrafkar û polîsan pêk dihat, li ser navê dewletê cînayet dikir. Bi zorê mirov direvandin. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Ji ber ku rasterast dewlet di nava vî sûcî de hebû em ne li bendê bûn ku dewlet vê yekê ronî bike. Me serî li DMME'ê da. DMME'ê Tirkiye mahkum kir.
XWIŞKA TURKOGLÛ: JI BER NASNAMEYA WÎ YA SIYASÎ HATE WINDAKIRIN
Xwişka Turkoglu, Kelebek Turkoglu jî diyar kir ku birayê wê ji ber nasnameya xwe ya siyasî ji aliyê dewletê ve hat windakirin û wiha got: “Rastî îşkenceyê hat. Gelek caran hat girtin. Herî dawî winda kirin. Dewletê ji ber nasnameya siyasî birayê min winda kirin. Hiqûq tune. Dewlet her diçe kûr dibe. Em lêgerîn û qêrîna xwe ya heq û edaletê bêtir bilind bikin û em bêtir têkoşîna heq û edaletê xurt bikin. Em dibêjin ramanê hepis nekin. Yên difikirin û fikrên xwe dibêjin wekî dijmin tên îlankirin. Divê zanîngeh azad bin. Em hezkirin, dostanî, aştî û aramiyê dixwazin. Lê yên zalim vê yekê qebûl nakin. Erka siyasî li şûna çareseriyê bêtir zilm, bêedaletî û bêhiqûqiyê pêş dixe. Heta em aqûbeta windayan ronî bikin têkoşîna me wê bidome."
‘680 HEFTE NE, EM LI VÊ DERÊ NE’
Vê hefteyê Dayikên Şemiyê Masîde Ocak daxuyanî da. Ocak, diyar kir ku yên bi zorê hatin revandin, bira, bav, xwişk, dayik û bavê wan bûn û wiha got: "Dema diçin mal, diçûn kar, li kolanê li sûkê di maşîneyê de hatin binçavkirin û hatin revandin. Tevî hemû serlêdanên rayedaran, lê dîsa rayedarên dewletê aqûbeta wan ronî nekirin. Rayedarên darazê ji bo ronîkirinê lêpirsînek çalak pêk neaîn. 680 hefte ne ji bo aqûbeta windayan em li vir qîr dikin. Vê hefteyê jî ji bo Talat Turkoglu em li Qada Galatasaraye dengê xwe bilind dikin. Talat 45 salî bû. Li Stenbolê dijiya. Ji ber nasnameya xwe ya sosyalîst 4 caran hat binçavkirin. Rastî îşkenceyek gelek dijwar hat. Herî dawî di 29'ê Adara 1997’an de ji bo malbata xwe ziyaret bike bi otobusê ji Stenbolê çû Edîrneyê û ji aliyê polîsên sivîl ve hat şopandin. Polîsan di 1'ê Nîsanê de ew binçav kir û winda kirin. Malbatê serî li ÎHD, rayedarên dewletê û Rêxistina Efoyê da. Serî li meclîsê dan. Lê heta niha tu agahî bi dest nexistine.”