Dayikên Şemiyê aqûbeta Kerevan Îrmez pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kerevan Îrmez pirsîn ê ku li Silopiyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kerevan Îrmez pirsîn ê ku li Silopiyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 654'an de li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne" hat vekirin, qurnefîl û laçikên spî yên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayan.
Di çalakiya vê heftê de welatiyan aqûbeta Kerevan Îrmez ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de li Silopiyayê hat windakirin, pirsîn.
Di çalakiyê de Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî cih girt û ev tişt got: "Wêneyê Fîkrî Ozgen heye. Tenê daxwazeke min heye berî ku dayîka Dilşah bimire, bila hestiyê apê Fîkrî teslîmê wê bikin."
Kekê Cemîl Kirbayir ê ku di 8'ê Cotmeha 1980'yan de hat windakirin Mikaîl Kirbayir jî got ku "We Cemîl qetil kir lê we bîranîna wî neda kuştin" û pirsa "We cenazeyê Cemîl çi kir?" ji dewletê kir.
Hevjîna Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin, Hanim Tosûn jî diyar kir ku rayedarên dewletê ker û kor in û wiha got: "Em dixwazin OHAL bê rakirin.”
NAMEYA KEÇA KEREVAN ÎRMEZ
Nameya ku keça Îrmez Zozan Îrmez şandibû hat xwendin. Îrmez eşkere kir ku dema bavê wê hatiye windakirin, ê herî mezin 12, yê herî piçûk di pêçekê de bi giştî ew 8 xwûşk û bira bûne û wiha got: "Ez 9 salî bûm. Em ê wê hêst û fikra kum e jiya û em ê wê travmayê çawa li ser xwe bavêjin. Ez ê li ku dest pê bikim ez nizanim. Salên 1990'î... Ew sal bûn xewnereşkên bi hezaran dayik û bavan, bi hezaran zarokan û bi hezaran jin teslîmê vê êşê kirin, di vê jiyana bê edalet de bi tena serê xwe têkoşiyan. Em bi hesreta bavê xwe mezin bûn, em hêj li benda te ne, tu dizanî?"
Îrmez herî dawî diyar kir ku di dema revandinê de torosa spî û maşîneya zirxî hebûye û destnîşan kir ku 22 sal e bavê wê winda ye û rayedarên dewletê derbarê bavê wê de tu agahiyan nadin wan.