Dayikan li Esenyûrtê çalakî kirin

Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, piştî êrîşa polîsan a pêr, li meydana Esenyûrtê careke din çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li meydana Esenyûrtê ya Stenbolê li hev civiyan û çalakiya rûniştinê kirin. Polîsên Tirk piştî demekê ji malbatan xwestin ku dawî li çalakiya xwe bînin.

Malbatan jî piştî demekê piştî demekê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Malbatan pêr jî li meydana Esenyûrtê çalakiya rûniştinê kiribûn. Lê belê polîsên Tirk êrîş kiribûn û 6 kes destgîr kiribûn. Piştî wergirtina îfadeya wan, ew berdabûn.