Dayika girtiyan: Em ji bo zarokên xwe hazir in

Kejwer Aydin, dayika girtiyê greva birçîbûnê Mizar Aydin got, ‘’Çalakiya wan ji bo Rêbertî ye, ji bo gel e. Ez dayika girtiyak li kûderê peywir hebe amade me. Bila rayedar pêşengiyê bikin. Em bibin yek wê dengê me bilinditir bibe.’’

Mizar Aydin ê ku li Girtîgeha Tekîrdargê ya Tîpa F’yê li dijî tecrîda li Imraliyê di greve de ye, ev 49 roj in greva birçîbûnê didomîne.

PIŞTÎ ZEXTA DEWLTÊ ÇÛNE EDENE


Mizar Aydin ku ji nav 9 zarokan zarokê 3’yan ê malê ye, li Elbakê ya Wanê jidayik bû û zaroktiya wî li vir çû. Li gel ku rewşa wan a aborî ne baş jî bû, daayik Kejwer Aydin dibêje, ji bo ku têra xwe dikirin ew şad bûn. Ji hezaran malbatên Kurd ku ji bo zexta dewleta Tirk bêgav man ku welêt biterikînin yek jê ne. Dayik Aydin dibêje zarokên wê hemû ji zaroktî ve dest bi kar kirine, li gel hemû malbatê ji bo debara xwe bikin çûne baxçeyên berhevkarî kirin û didomîne,’’Ji bêgavî me nikarîbû dengê xwe derxînin. Mizar hê zarok tim bêriya welêt dikir. Hêrs dibû û digot çima em hatine van deran. Herî pir vê xerîbiyê ew nêzî têkoşînê kir.’’

 ‘TIŞTA KU BI DESTÊ WÎ DIKET DIŞAND GIRTÎGEHAN’

Dayik Aydin dibêje kurê wê dema ku salên ciwantiyê dixebitî hemû pereyên xwe ji girtîgehan re dişand û domand, ‘’Rojekê dema ku hate serdana min min got,’’Kurê min, tu çi ji pereyên xwe dikî, tu nadî malê jî?’’. Wî jî got, ‘’Yadê, ku pereyên ketin deste min ez bidim we ez ê çawa destekê bidim girtîgehan, li wir heval hene, wê çi bixwin çi vexwin’’. Dilê wî pir li ser hevalên wî û doza wî bû.’’

BANGA LI RAYEDARAN: PÊŞENGIYÊ BIKIN, EM HAZIR IN

Dayik Aydin herî dawî got, ‘’Kurê min her xebat dikir. Li nav partiyê, li nav xebatên ciwanan dima, tim ji bo gel xizmet dikir, têdikoşî. Hate destgîrkirin û kirin girtîgehê. Kurê min dema ku li ser kar bû birin. Niha jî di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya wan ji bo Rêbertî ye, ji bo vî gelî ye. Ez dayika wî me, çi peywir hebe ez hazir im ku bikim. Hemû dayik jî hazir in, vê dizanim. Hemû malbatên girtiyan hazir in. Êdî bila pêşeng, rayedar bidin pêş me. Wekî ku dengê me nabihîsin, em çalakiyê bikin, em bibin hevkarê çalakiya wan. Bila ew li girtîgehan, malbatên wan li derve çalakiyê bikin, heke em biin yek dengê me wê bilind bibe.’’