Dayika Gulîzar li Essenê hate bîranîn

Dayika yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan, di salvegera sêyemîn a wefata xwe de li bajarê Essen ê Elmanyayê hate bîranîn.

Kaytan di salvegera sêyemîn a wefata xwe de li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Essenê hate bîranîn. Gelek welatparêz tevlî civîna bîranînê bûn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser jiyana şoreşgerî ya Kaytan û hat gotin ku wê xwestî lê derkevin.

Di civîna bîranînê de ji bo Kaytan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd gulbang hate xwendin.

Bîranîn bi belavkirina nanê xêrê qediya.

Gulîzar Kaytan roja 29'ê Mijdara 2014'an di emrê xwe yê 84 salî de jiyana xwe ji dest dabû.