Dayika aştiyê Xetîce Ehmed jiyana xwe ji dest da

Dayika aştiyê Xetîce Ehmed jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Xetîce Ehmed ku zarokek wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, yek jî di nava refên HPG’ê de ye, ji ber nexweşiya gulçikan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê Endama Saziya Dayikên Aştiyê Xetîce Ehmed a 63 salî, ji ber nexweşiya gulçikan jiyana xwe ji dest da. Ehmed serê vê sibehê li mala xwe ya li Taxa Meyselun jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Ehmed, ji aliyê malbata wê û şêniyên taxê ve rakirin Mizgefta Mehme Qeya. Piştî muaeleyên olî yên li vir cenazeyê Ehmed, birin Goristana Taxa Mehme Qaya û li vir spartin axê.

Di merasîma cenaze ye neviya Ehmed Lorîn axivî û got: “Ew dayikek leheng bû û di nava Saziya Dayikên Aştiyê de cihê xwe digirt. Ez spasiyên xwe ji hemû kesên ku em bi tenê nehiştine re pêşkêş dikim.”

Endama Saziya Dayikên Aştiyê Fehîme Diya Îdrîs jî diyar kir ku Xetîce Ehmed dayikek leheng bûye û rola wê ya di saziya wan de gelekî zêde bû. Fehîme, soza ku ewê li ser şopa Xetîce bi meşin da. Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şefaet Mehemed Emîn jî, sersaxî ji malbatê xwest û got ku Xetîce di nava xebatên wan de bi awayekî çalak cih digirt.

Lawê dayîka Xetîce Ehmed ê bi navê Zekî (Memo) di sala 1996’an de di nava refên PKK’ê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Herwiha zarokek wê jî, hê di nava refên HPG'ê de ye.