Dayik: Em sibê li Bakirkoyê ne, piştgiriyê bidin me

Dayikên ku li ber girtîgeha Bakirkoyê di nobetê de îro jî li ber xwe dan. Malbatan bi hev re meşek li dar xistin û got ku “Em sibê jî li vir in.” Malbatan banga piştgiriyê kirin.

Ji bo balkişandina tecrîda li Îmraliyê dayikên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa L  a Bakirkoyê nobet dabûn destpêkirin. Dayik careke din hatin ba hev. Ligel ku polîsan êrîş kirin jî dayik li ser rêya E-5’ê hatin ba hev û xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Polîsan hemû rê girtin ên ku diçe ber girtîgehê û got ku “Çalakiyên li pêşiya girtîgehê qedexe ye.”

‘HÛN ME BIKUJÎN JÎ EM Ê WERIN’

Piştî ku polîsan gefên destgîrkirinê xwarin, dayikan gotin ku “Hûn me bikujin jî, em ê werin. Em ê her roj werin.”

Malbatan piştre bi destê hev girtin û xwestin heta Rêxistina Navçeyê ya HDP’ê ya Fatîhê bimeşin. Polîsan zext  li malbatan kir û xwest ku destê hev berdin.

Dayikan diyar kirin ku ji bo xwedîlêderketina daxwazên zarokên xwe wê sibê jî li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê werin ba hev. Dayikan banga xwedîlêderketina çalakiyan li gel kir.

Piştî çalakiyê polîsên sivîl dayik şopandin.