Dayik dîsa li Qada Galatasay bûn
Dayik dîsa li Qada Galatasay bûn
Dayik dîsa li Qada Galatasay bûn
Dayikên Şemiye ku her hefte bi boneya zarokên xwe yên winda bipirsin li Qada Galatasarayê kom dibin, aqûbeta zarokên xwe pirsîn. Dayikan diyar kirin ku zarokên wan di serdema ku Belgeyên Siyaseta Ewlehiya Neteweyî (MGSB) wekî makezagon dihat qebûlkirin hatin windakirin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya aqûbeta zarokên xwe bipirsin li Qada Galatasarayê kom dibin, di hefteya 502'yan de li hev kom bûn û pankarta "Fail diyar in, winda li ku ne” vekirin û wêneyên zarokên xwe yên winda bilind kirin. Dayikên ku qurnefil xistin destê xwe aqûbeta Abdulselam Çelîk ê di 6’ê Mijdara 1997’an li Amedê hat windakirin pirsî. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu diyar kir ku taksiyên spî yên Toros ku Kurd pê dihatin revandin di hişê Kurdan de maye û wekî maşîneyên “kuştin û windayiyan” hatiye kolandin. Tanrikulu, ji bo dosyayên windayan bê pirsîn, xwest lêpirsin bê destpêkirin û di demboriyê re derbas nebin. Tanrikulu, xwest demek berî demekê hesap be pirsîn.
Piştre Kurê Abdullah Canan Tahir Canan axivî. Canan anî ziman ku dema mikrofonê digire destê xwe kuştina bavê wî tê bira wî. Canan, anî ziman ku ji bo kuştina bavê wî bê zelalkirin divê hesap bê pirsîn û xwest hesap bê pirsîn. Birayê Hasan Ocak, Ali Ocak jî anî ziman ku hikûmet guh nade edaletê û ji bo ronî bibe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Piştre li ser navê Dayikên Şemiyê Leyla Kaya daxuyanî da û diyar kir ku 502 hefte ne aqûbeta windayan dipirsin, le heta niha tu gav nehatine avêtin. Kaya, diyar kir ku zarokên wan di serdema ku Belgeyên Siyaseta Ewlehiya Neteweyî (MGSB) wekî makezagon dihat qebûlkirin hatin windakirin.
Kaya, wiha got: “Kesên Çelîk winda kirine diyar in. Wê demê li Amedê Serbaz Zahit Engin Fermandar e JÎTEM’ê yê Amedê bû. Endamê JÎTEM’ê Abdulkadir Aygan di daxuyaniyê xwe de her tişti aşkera dike. Dîsa Serbaz Nuri Ateş, Çawişê Pispor Yuksel Ugur, Abdulkadir ozturk, Cemal Kılıç, Serbaz Levent û Cawiş Alî berpirsiyar in."