Dayik Demîrhan: Zarokên me herî zêde li ber bêdengiyê dikevin

Dayika Bayram Demîrhan ê di greva birçîbûnê de ye got, “Ew dibêje ‘rewşa min baş e’, lê belê kîloyê ku li xwe kêm kiriye û dengê wî nîşan dide ku rewş cidî ye. Herî zêde li ber bêdengiyê dikevin.”

Rewşa Bayram Demîrhan ê li Girtîgeha Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 93 roj in di grevê de ye, giran dibe. Demîrhan ê 5 salan li Girtîgeha Kurkçuler mabû, piştî ji wir derket li Wanê hatibû destgîrkirin û 6 mehan hate girtin. Piştî ku ji wir jî derket çend meh şûnde hate girtin û salek û nîv e li Girtîgeha Mêrdînê tê ragirtin. Dayika Demîrhan ji rewşa wî fikar e. Dayik Kewê Demîrhan a serdana kurê xwe kir got: “Ew her çendî bêje ‘rewşa min baş e’ ji kêloyên kêmkirî û dengê wî rewşa cidî radixe ber çavan. Kurê min di komên yekem ên grevê de cih girtiye. Piştî 93 rojan û şûnde êdî nikarin avê û cûreyên vexwartekan vexwe.”

‘ZÎREK Û DILSIVIK…’

Dayik Demîrhan anî ziman ji berî 25 salan ji ber zilma dewletê neçar man ku ji Amedê koçî Edeneyê bikin û wiha pêde çû: “Bayram hê 10 salî bû me koçî vir kir. Li gund hate dinê û mezin bû. Piştî dibistana seretayî qedand nexwest biçe amadeyî bixwîne. Bi me re li zevî û baxçeyan kar kir. Piştî ku hinek din mezin bû li gel bavê xwe li kargehan de dest bi kar kir. Bayram ê ji 7 zarokên min ê 5’an bû yê herî zîrek bû. Derdorî wî pir jê hez dikir, hevrê û malbatên wan cuda hez jê dikir. Bi vê yekê gelek dayik, bav û birayên wî çêbibûn. Bi sekna xwe ya kêfxweş û dilsivik, li her cihê lê bû bal dikişand ser xwe.”

‘XWARIN DI QIRIKA ME DE NAÇE XWAR’

Dayik Demîrhan destnîşan kir ku dema hefteya borî çûbû serdana kurê xwe ji ber zeîfiya bedena wî kurê xwe nasnekiribû û wiha got: “Hefeya borî çûbûm hevdîtinê, ewqas bedean wî zeîf bûbû, min kurê xwe nasnekir. Digot; ‘Heta daxwazên me pêk neyên, em ê grevê bidomînin.’ Min kêmek pere ji bo wî anîbû. Min pirsa pêwîstiyek we heye an ne kir? Bêdengiya derve ya li hember grevên birçîbûnê herî zêde zorê dide wan. Ji birçîbûnê hê zortire ev rewş. Ne rehma vê dewletê û yên li hember vê jî bêdeng mane nemaye. Weke dayik yekan e daxwaza min ew e ku bi lezgîn daxwaz werin cih û dawî li grevên birçîbûnê bên. Ji bo dayikekê pir giran e ku kurê wî di greva birçîbûnê de be, kes vê nizan e. Xwarin di qirika min de na çe.”

‘NIKARIN TIŞTEKÎ JÎ VEXWIN’

Remezan Demîrhan ê birayê Bayram ê di hevdîtina dawî de rewaş birayê xwe dît ev got: “Herî dawî 10 roj berê min birayê xwe dît, bi awayê fîzîkî pir hatibû guhertin. Digot; hevrê êdî nikarin avê û cûreyên vexwartekan vexwin. mîdeya wan tiştên rohn qebûl nake. Hestiyên wan diêşe, nikarin rakevin.”