Dayik Acûn: Heke çalakiya me bibe yek wê bi ser bikeve

Suleyman Acûn di girtîgehê de di greva birçîbûnê de ye got,’’Dema ku çalakiya me bi der ve bû yek em ê bi ser bikevin’’. Dayika Mahbûbe Acûn, ‘’Her pariya ku em dixwin di gewriya me de dimîne. Divê tecrîd rabe, dawî li grevên birçîbûnê were.’’

Yek ji girtiyên ku ji 1’ê Adarê ve li girîgehê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ketî greva birçîbûnê Suleyman Acûn ê 22 salî ye ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T girtî ye. 
Acûn ji 7 zarokên malbatê yek jê, ku salên 90’î ji ber zexta dewleta Tirk ji Kerboranê diçine Edene. Dayika Mabûbe Acûn got kurê wê tim difikirî zroktî jî wiha bûye û ji 15-16 saliya xwe ve ketiye nav xebatên ciwanên.


 ‘EM JI BO DAXWAZEKE MAFDAR LI BER XWE DIDIN’


Dayik Acûn dibêje kurê wê tim bi birayên xwe re nîqaşên siyasî dikir, yek ji xeyal wî ya herî mezin ew bû ku rojekê vegerê welêt û got, ‘’Çi dema ku derfe çêdibû diçû welêt. Dilê wî pir bi welêt ve bû. Pir ji Mêrdînê hez dikir. Dîroka Kurdn dixwend, piştre jî dema ku li kuçeyên welatê xwe digeriya, digot,  wî tim dixwest tişta ku xwendiye hîs bike.’’


Suleyman Acûn, ji girtîgeha ku ev 3 sal in girtî ye, dema ku bi malbatê re bi telefonê axiviye, gotiye,’’Em ji bo daxwazeke heq li ber xwe didin. Heta ku daxwaza me bi cih were em ê têbikoşin. Hûn jî li derve deng derxin. Çalakya me tenê li derve ku bi desteka we re bibe yek wê destkefiyan bîne.’’


 ‘’BI ZORÊ XWE LI XWE DIGIRIN LÊ MORALÊ WAN BAŞ E’

Dayik Mahbûna Acûn dibêje, kurê wê û girtiyên di greva birçîbûnê de pir li xwe şikandine, bi zorê xwe li xwe digirn û domand, ‘’Dîsa jî moralê girtiyan baş e. Bi wan re wek ku em jî di greva birçîbûnê de ne. Her pariya ku em dixwin di gewriya me de dimîne. Ev tecrîd divê bi dawî bibe, divê grevên birçîbûnê biqedin.’’