Dayik Şenyaşar: Qatil li ber çavê me digerin

Emîne Şenyaşar a AKP’iyan du kurê wê û hevserê wê qetil kir got: “Ev çi edalet e? Yên qatil li derve li ber çavê me digerin. Kurê min du sal in girtî ye.”

Emîne Şenyaşar û kurê wê yên ku li navçeya Pirsûs a Rihayê du kurê wê û hevserê wê ji aliyê parêzvan û xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î ve hate qetilkirin, bi Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farîk Gergerlîoglû re civiya. Malbata Şenyaşr parêzer Bûlent Dûan bêhiqûqiya li dosyayê û daxwaza edaletê bi Gergerlîoglû re bi raya giştî re parve kir.

Ji malbatê Ferît Şenyaşar ê tevlî weşana zindî ya Gergerlîoglû bû got: “Tevî ku 2 sal û 3 meh li ser dosyayê re boriye, hê jî ti pêşketinek nîne. Hê jî dosyaya nexweşxaneyê derneketiye.”

Parêzer Bûlent Dûran daxwaz ji meqamên darazê û partiyên siyasî kir ku bibin şopdarên dosyayê û got: “Dozgerê Rihayê erka xwe pêk naîne. Dixwazin qetlîamê sergirtî bikin. Deng bidin lêpirsînê.”
Dûran destnîşan kir ku tevî dîmenên bûyerê jî hê jî lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin û bang li gel kir û got: “Destekê bidin, bi hev re vê tarîtiyê ronî bikin.”

‘KURÊ MIN GIRTÎ YE, QATIL LI DERVE DIGERIN’
Dayîk Emîne Şenyaşar jî ev got: “Malbata min tine kirin. Daxwaza edaletê dikim. Daxwaz dikim ku bi lezgîn kurê min ê li girtîgehê bê azadkirin. Ev çi edalet e?. Kurê min du sal in girtî ye. Yên qatil li derve li ber çavê me digerin. Bi şev û roj digirîm. Çavê min zuha bûn. Çima vê zilmê ji bo me rewa dibînin. Bila dawî li vê zilmê bê. Neviyê min ê du mehî bû du salî, pirsa bavê xwe dike. Daxwaz dikim ku tavilê radestî edaletê bê kirin.”

Gergerlîoglû jî diyar kir ku wê şopdarên dozê bin, wê daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar li her derê bînin ziman.