‘Dayê temaşe bike serê kalo xwîn jê tê’
‘Dayê temaşe bike serê kalo xwîn jê tê’
‘Dayê temaşe bike serê kalo xwîn jê tê’
Songul Çelîk û Hatîce Vural du jinên ku şahidê komkujiya Gazî ya di 12’ê Adara 1995’an hatî kirine.Çelîk û Vurala ku di çarçoveya doza “KCK”ê de 1.5 li Girtîgeha Jinan ya Girtî ya Bakirkoyê de ne, hovîtiya ku 3 rojan jiyana kirine vegotin. Songul Çelîk da diyarkirin ku, pêwîste dewlet ji Gazî heya Qilabanaê hesabê komkujiyan bide.
Hatîce Vural dide diyarkirin ku, fitîla komkujiyê 3 rojan beriya 12’ê Adarê dema ku ciwanekê Elewî yê li taxê simît difirotin anîn qereqolê û bi îşkenceyê kuştin pêket û tiştên hatine jiyan kirin wiha vegot:
“ Dema ku cenazeyê wî ciwanî anîn Cemxaneyê hêrsek mezin hebû. Mirov kombûn û beri bi qereqolê ve meşiyan. Ji ber bangawaziyên xwînsariyê beriya ku bûyer mezin bibin pêşî lê hatin girtin. Derdor hinekê bêdeng bû, di şeva 12’ê Adarê de dewletê pêl dukmeyê kir. Dema ku ez li mala xwe ya li taxa li pişt qereqola Gazî bûm, carekê de cîrana min li derî xist. Di nava diltirsiyê de hat hundir û got êrîşa li dijî Elewiyan destpê kir û dema ku got, Çayxaneya Dostlaran gulebaran kirine, kesekê jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndarin, min zarokê xwe yê 7 salî da gel xwe û ez çûm cihê bûyerê.
‘DAYÊ TEMAŞE BIKE SERÊ BAPÎR XWÎN JÊ TÊ’
Li ber deriyê çayxaneyê îzdîham hebû. Carekê de kurê min destê min berda û kete nava qerebalixê. Min ew di nava çayxaneyê de dît. Bi tiliya xwe îşare dikir got, ‘Dayê temaşe bike, serê bapîr xwîn jê tê’. Lê belê dema ku ez hinekê nêzbûm, di sandelyeyê de serê wî ketiye ber wî, bi guleyekê înfaz kiribûn, min ferq kir ku zilamê kal pîrê Elewiyan Halîl Kaya ye. Di heman şevê de agahî hat ku du çayxaneyên din jî gulebaran kirine. Bi dehan birîndar hebûn û rageşî hebû. Di nava çend demjimêran de bi sedan mirov daketin qadan. Li rexmî vê jî polîsek li derdor tune bû. Esnafên MHP’yî jî kargeha xwe girtibû û reviya bû. Wê şevê em hemû yên taxê heya sibehê li Cemxaneyê man.”
POLÎSAN GULE DIBARANDIN
Vural da zanîn ku, roja piştî wê kesên ku ji taxên din hatine piştgiriyê bi polîsên ku her der girtine şer dikin û ber bi taxê ve tên û bûyerên piştî wê rûdayîn wiha vegot:
“Bi hezaran kes, zarok, ciwan kal, ji Cemxaneyê bi sloganan ber bi qereqolê ve meşiyan. Dema ku em hatin ber qereqolê polîsan bê serûber gule dibarandin. Dibêjî qey baran guleyan dibare. Her kes belavî derdor dibû. Li rex tenişta min xwendekarek yê dibistana amadeyî û cilên dibistanê li ber ket erê. Dema ku hewil da rabe ser xwe, ji ber guleya li serê wî ketî, dirêjî erdê bû. Min li hember vê dîmenê xwe winda kir. Ez ji hişên xwe çûme. Dema ku ez rabûm ser xwe her der bi birîndaran tejî bûye. Her kes bûye serferber ji bo birîndaran rizgar bikin. Me birîndar hilgirtin û birin malên nêz. Polîs ew qas har bibûn ku, hevalek me ya jin gotin qey miriye avêtibûn çopê.”
‘HEMAN FERASET LI QILABANÊ JÎ DERKET HOLÊ’
Vural destnîşan kir ku, ji ber ku pêşiya malên wan ji aliyê polîsan ve hatibûn dorpêç kirin, şer dikirin û wisan diketin malê de. Vural anî ziman ku, ew zilma ku wana bi rojan jiyan kir ew dê tucaran ji bîr neke:
“Ne dikan ne jî market mabûn. Her der tarûmar bibûn. Welatiyan pêwîstiyên xwe li Cemxaneyê dihilgirtin. 3 rojan xew neçû çavê me. Bîlanço: 17 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan birîndar hebûn. Piştî ku bûyer derbazî Umraniyê bûn hêjmara miriyan giya 22’an. Zilma ku bi rojan dom kir ez tu caran ji bîr nakim. Komkujiya li dijî Elewî, Kurd û şoreşgeran komkujiyekî organîzekirî ya dewletê bû. Vê ferasetê careke din xwe li Qilaban nîşan da. Hemû caran li ser eniya me ye.”
POLÎSAN DESTÛR NE DIDA BIRÎNDAR BIKEVIN NEXWEŞXANEYÊ
Sogul Çelîk jî dide diyarkirin ku, şeva 12’ê Adarê ku Çayxane gulebaran kiribûn piştî ku xizmek ya wê ya li taxa Gazî di rûne agahî daye wê pê hesiyaye. Çelîka ku di demjimêrên sibehê de li gel hevalên xwe yên di HADEP’ê de kar dikin ji Bagcilarê diçe taxa Gazî, li wir rastî dorpêça polîsan tê. Çelîk dibêje, ew kete nava kolanan û wisan xwe digehîne taxê. Çelîk got: “Bi hezaran kes li ber Cemxaneyê kom bibûn. Diltirsiyek mezin serdest bû. Esnafan dikan girtibûn. Jiyan rawestiya bû. Me di demjimêr 12.00’an de dest bi meşê kir. Ez di nava girseyê de bûm. Qasî ku em nêzî qereqola Gazî dibûn dengê çekan bilind dibû. Polîsan raste rast gule ber didan girseyê. Hemû tişt gelek zû çêbû. Ji bo em xwe rizgar bikin me xwe çep û rast di avêt. Ciwanekê ku ji ber ranê xwe birîndar bûyî alîkarî dixwest. Me hema ew ciwan di cih de girt û bir Nexweşxaneya Gazî. Lê belê polîsan ew der jî dorpêç kiribû. Birîndarên ku tên destûr nadin bikevin hundir, binçav dikin. Bilez me ew ciwan ji wir dûrxist, di nava kolanan de heya derketina Cebecî me bir û bi texsiyekê me bir Nexweşxaneya Taybet ya Bagcilarê.”
BILA DEWLET BÊ RÛBERÎ DÎROKA XWE YA BIXWÎN
Songul Çelîk anî ziman ku, armanca komkujiya li taxa Gazî ew bû ku, dewletê dixwest şerekê di navbera Elewî-Suniyan de çêbike, lê belê Elewî û Sunî bûn yek dil û ev lîstoka dewletê vale derxistin. Çelîk bibîrxist ku, li rexmî kujerên komkujiya Gaziyê diyarin jî bi awayek serbest digerin û got: “Heta ku dewlet komkujiyên ji Sêwasê heya Gaziyê nede, dê komkujiyên weke Qilaban Roboskiyê berdewam bikin. Dewlet neçare ku bê rûberî dîroka xwe ya bixwîn.”