Daxwaznameya 10’an ji bo dadgehê: Pêwîste tavilê Unsal bê berdan!
Parêzeran ji bo hempîşeyê xwe Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de, cara 10’an daxwazname dan dadgehê.
Parêzeran ji bo hempîşeyê xwe Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de, cara 10’an daxwazname dan dadgehê.
Parêzerên bi banga Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiquqnasên Hewdem (ÇHD), Têkoşîna ji bo Edaletê, Hiquqnasên ji bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiquqnasan û Hiquqa Civakî hatin gel hev, daxwazname dan Dadgehê.
Parêzer li ber avahiya Buroya Pêş a Dadgeha li navçeya Çankayayê hatin gel hev, daxwaznameyên bi daxwaza berdanê bi awayek komî radestî dayîreya cezayê kirin.
Di daxuyaniya ji aliyê parêzeran ve hatî kirin de ev hate gotin: “ Me di banga xwe ya dawî de gotibû ‘Ebrû êdî nikare biaxive, êdî em di pêngava dawiyê de ne.’ Me Ebrû winda kir. Pêwîste ku em Aytaç bidin jiyîn. Dayîreya Dadgeha Cezayê 16’emîn dibe ku vê hefteyê di derabarê tehliye û bingehê de biryarê bide.”
‘RÎSKA JIYANÊ HEYE, PÊWÎSTE TAVILÊ BÊ BERDAN’
Di daxwaznameyê de wiha hate gotin, “Rûxmê me bi dehan daxwaznameyan di derbarê zeteriya rewşa tendirustiya hempîşeya xwe Ebrû Tîmtîk de anî ziman, ne hate berdan û di roja 238’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest daye.”
Di daxwaznameyê de hate xwestin ku di ji ber rîsaka jiyanî ya Aytaç Unsal pêwîste bi lezgînî li ser berdanê biryar bê dayîn.