‘Daxwazên KCK’ê yên maqulin û divê bên cih’
‘Daxwazên KCK’ê yên maqulin û divê bên cih’
‘Daxwazên KCK’ê yên maqulin û divê bên cih’
Ji Heyeta Aqilmendan Lamî Ozgen û Prof Dr Levent Korkurt û ji Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, dan zanîn ku deklerasyona KCK’ê maqul û daxwazên ku divê bên cih têde cih digire. Ozgen destnîşan kirku daxwazên KCK’ê di heman demê de daxwazên gelin jî; Tahmaz jî diyar kir ku daxwazên danîne holê daxwazên rast û mafdarin. Prof Dr Korkut jî destnîşan kir ku divê her sê daxwaz jî bên cih û an jî dê krîz bê jiyîn.
Di deklerasyona ji aliyê KCK’ê ve hat aşkerakirin de sê daxwazên sereke derketin pêş. Ev; “Hebûn, çand û nsnameya kurd bikeve bin ewlehiya qanûnî û makeqanûnî, naskirina azadiya rêxistin û fikr û ramanê ya bi nansmaya kurd;qebûlkirina xweseriya demokratîk û di her astê de qebûlkirina perwerdehiya zimanê dayikê.
Ji kesên ku di heyeta Aqilmendan de cih girtine, serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Dr.Levent Korkut û ji Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) Hakan Tahmaz deklerasyona KCK’ê xitimandina pêvajoya çareseriyê ji ANF’ê re nirxand.
OZGEN DAXWAZÊN KCK’Ê YÊN GELIN JÎ
Ji Heyeta Aqilmendan Lamî Ozgen diyar kir ku li şûna ku pakêta demokratîkbûnê ya ku Erdogan aşkera kir, daxwazên gel bîne cih, tu bendewariyên gel pêk neaniye.
Ozgen wiha got: “Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, pakêta hatiye aşkerakirin divê ji pêvajoyê re xizmetê bike. Lê di pakêtê de der barê pêvajoyê tu tiştek tune. Ji guhertina qanûnan bigire, heta qanûna partiyên siyasî, ji mafên sereke û azadiyan bigire heta perwerdehiya zimanê dayikê û daxwazên nasnameyê tu tiştek pêk nehat.
Ozgen daxuyandin ku daxwazên di deklerasyona KCK’ê de cih girtine, daxwazên ku divê bihatana cih bûn û got: “Divê daxwazên perwerdeya zimanê dayikê, daxwazên çand û nasnameyê bigirin bi ewlehiya makeqanûnî. Niha xebatên di pêvajoya çêkirina makeqanûna nû de xitimîne. 60 xalên ku behsa wan tê kirin û tê gotin ku lihevkirine jî xizmetê nade pêvajoyê. Ji ber vê hikûmet divê derfetên ku ev 10 meha tevgera azadiya kurd daye destpêkirin, baş binirxîne. Divê dem neyê wenda kirin. Daxwazên di deklerasyona KCK’ê de cih girtine, di heman demê de daxwazên gel in jî.
GER HIKÛMET GUH NEDE VAN DAXWAZAN...
Daxwazên di deklarasyonê de cih girtine, divê di pêngava sêyemîn ya pêvajoyê de bikevin jiyanê. Divê hikûmet guh bide van daxwazan. Divê demek kurt de van bike jiyanê. Ez van daxwazan gelek girîng dibînim. Helwesta niha ya hikûmetê, nêzîkatiya wê fikaran zêde dike. Hikûmetê nîşan daye ku ji pêvajoyê dure. Hikûmet vê baş dizane ku; Ger pêvajoya bê armanc li pêvajoyê belav bibe, dê di nava xwe de bê sabotekirin û bixitime. Divê hikûmet bi hestiyar tevbigere. An jî dê dîsa pevçûn vegerin. Dê êşên mezin dîsa bên kişîn. Beriya her tiştî divê hikûmet nêzîkatiya xwe ya niha biguhere.
Ozgen bi lêv kir ku hikûmet Polîtîkatiya ku ji bo hilbijartinê dişopîne lê ev polîtîka hem zirarê dide civakê û hem jî dide wî û got: “Bi van nêzîkatiyên berjewendiyê pirsgirêk nayê çareserkirin. Me bi hikûmetên berê re jî dîtin. Ev nezelalî demek din jî bidome, dê pêvajo ji holê rabe.
TAHMAZ: KCK’Ê ÇAVKANIYA XITIMANDINÊ TESPÎT KIRIYE
Berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) Hakan Tahmaz diyar kir ku çav li rêbû ku ev pakêta demokratîbûnê xitimandina pêvajoyê ji holê rabikin û got: “Lê divê bê testpîtkirin ku berlêvekirineke ku pêvajoyê pêşde bibe, tune. Ji bo guherîna civakê hinek xal hebin jî, tişta tê payîn, li gorî hewcedariyên pêvajoyê pakêt bihata amadekirin. Di deklerasyona KCK’ê de çavkaniya xitimandinê hatiye tesptîkirin û li gorî vê daxwazên xwe danîne holê. Lê desthilatdariya AKP’ê vê fêm nake. Tiştên ku rayedarên KCK’ê nîne ziman , me jî anîbûn ziman. Em dibînin ku pêvajoyek adîlane nayê meşandin.
Tahmaz wiha pê de çû: “Di heman demê de kêmasiyên me aliyên demokratîk jî hene. Em pêvajoyê wek muzakereyê digirin dest û pêşkêşî rayagiştî dikin; ev şaş e. Hevdîtin heye, ne muzakere. Em ji mînakên cuda yên cîhanê dizanin; çareseriya pirsgirêkan bi muzakereyan tê pêkanîn. ji bo vê jî divê em wekhev tevli bibin. Hikûmet dibêje min bi kesî re Pazar nekiriye. Ji ber ku mijarê dadixîne pazarê, ev dibe pirsgirêk. Vê jî wek marîfet dibêje. Peyamê die netewperest û mufazakaran. Divê daxwazên di deklerasyona KCK’ê de cih digirin, piştgiriyê bibînin. Daxwazên hatine ziman, daxwazên rast û serekene.
BI SAYA OCALAN EV 10 MEHE CENAZE NAYÊ
Tahmaz got divê hem pêvajo û hem jî pakêta mijara gotinê ye bê nîqaşkirin û li parlamentoyê bê berfirehkirin. Tahmaz wiha got: “Li Meclisê divê bê nîqaşkirin û çawa dikeve jiyanê divê bê nirxandin. Ya yekemîn divê bi muxataban re bê axaftin. Ya duyemîndivê ji derveyê parlamentoyê ji hemû aliyan re bê vekirin. Ya ku biryarê bide jî AKP û muxalefete. Hikûmet wekê ku her titşî dizane nêz dibe. CHP jî kêmasiyên AKP’ê dike hincet û armgumanên li dijî pêvajoyê ne pêşve dibe. Mînak AKP’ê, pakêta xwe bi Aqilmendan re jî parve nekir. Ev 10 mehe cenaze nehatiye vî welatî; qiymeda vê bizanin. Gelo kê ev pêk anî.. Ocalan. li ser banga Ocalan ev pêk hat.
KORKUT: DAXWAZÊN KCK’Ê MAQULIN
Ji heyeta Aqilmendan Levet Korkut, da zanîn ku daxwazên KCK’ê pirsgirêkan dernaxîne, çareseriyê tîne û got divê her sê daxwaz jî bên cih û got di ev daxwaz di rapora aqilmendan de cih digere. Korkut got di rapora Herêma Marmariyê de me wek KCK’ê negot xweserî lê me got bila rêveberiyên herêmî bi hêz be û modelek bê avakirin.
Korkut da zanîn ku ger ev her sê daxwaz neyên cih ne mumkune ku civak tatmîn bibe û got dibe ku qebûlkirina xweseriya demokratîk bê nîqaşkirin lê her sê daxwaz gelek maqul û di cih de ne û got: “Ev daxwaz dikarin bên cih. Maqulin. Beşeke AKP’iyan jî ne li dijî vê ne. Lgeil vê ewlehiya makeqanûnî, perwerdehia bi zimanê dayikê û mafê mirovan yên sereke. Ji bo Deklerasyona KCK’ê divê hikûmet rola xwe bilîze. Divê hikûmet ji dîalogê nereve. Berpirsyariya partiyên din yên meclisê jî hene.