Daxwazên girtiyên li Wanê eşkere kirin
Girtiyên li Wanê ji ÎHD’ê re nameyek şandin û daxwazê xwe bi raya giştî re parve kirin.
Girtiyên li Wanê ji ÎHD’ê re nameyek şandin û daxwazê xwe bi raya giştî re parve kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê, nameyek ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê re şandin, daxwaz û binpêkirinên mafan eşkere kirin. Nameya ku ji aliyê Îbrahîm Keras, Serbet Akbaş, Ahmed Ezîz Muhamed Halîfe û Huseyîn Batibey ve hate şandin ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melek ve hate xwendin.
Girtiyan nerazîbûn nîşanî înfaza cihêkar da û daxwaz kirin ku qanûn wan jî li xwe bigire, înfaza girtiyên nexweş bên taloqkirin, dawî li cezayên disiplîn û sirgûnan bên anîn.
Girtiyan bibîr xist ku mafên wan ên têkiliyan tên astengkirin û nikarin xwe bigihînin radyo, pirtûk, kovar û rojnameyan.
‘DIXWAZIN JI MAFAN SÛDÊ BIGIRÎN’
Di nameyê de girtiyan gotin: “Li gorî rêbazê em dixwazin 10 saetan sûvê ji spor, sobhet, qurs û çalakiyên cihê bê girtin.” Girtiyan anî ziman ku divê daxwazên wan ên guhertina odeyan jî li ber çavan bên girtin.
Girtiyan di nameyê de ji bo yên cezayê muebet û di huncreyan de ne jî ev got: “Divê saetên wan ên derketin ber hewayê bên dirêjkirin, ji qursên wêne û sazê û hwd. sûd bigirin, ji bo xebatên mîna spor û sobhetê divê deh kes bên derketin, cihê ku bêhnvedana wan hevpar ji bo cihên yek kesî bên veguhestin.”