Daxwaza serlêdana ji bo Ocalan dîsa hate redkirin
Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran a ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate redkirin.
Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran a ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate redkirin.
parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muhdî Oztuzun ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 774’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye", “koster di tamîrê deye" “Rewşa Awarte” û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.