Daxwaza malbatê ya hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Daxwaza malbatan a serlêdana hevdîtinê ya cara 81’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kiribûn dîsa hate redkirin.

Bira û xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehemt Ocalan û Fatma Ocalan bi rêya parêzeran daxwaz kiribûn ku roja Duşemê bi birayê xwe re hevdîtinê bikin, ev daxwaz ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Dîsa bi heman armancê serlêdana malbatên girtiyên din ên bi navê Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysel Aktaş ên li Girava Îmraliyê ku bi rêya parêzerên xwe kiribû jî hate redkirin.

Serdozgeriyê daxwazên malbatan bi hinceta ‘Sînordarkirina mafê hikûmxwariyan’ a dikeve Qanûna Mafê Înfaz Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya Hejmara 5275’an, red kir.

Bi vî awayî daxwaza malbatan a hevdîtinê ji 11’ê Îlona 2016’an heta niha bû cara 81’an tê redkirin.