Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Daxwaza parêzeran a hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara 704’an ji aliyê Serdgozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate red kirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengîz Yureklî duh bi boneya hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê bersiv da serlêdanê û daxwaza hevdîtinê red kir. 

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve cara 704’an e hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bi hencetên ku ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘koster xerabey e’, ‘koster tê tehmîrkirin’ û ‘Rewşa Awarte’ tê asteng kirin.