Însyatîfa Malbatên Pirsûsê û Gaziyên Pirsûsê, ji bo di 17’emîn meha Qetlîama Pirsûsê de daxwaza edaletê dubare bikin, li ser rêya Halîtaga ya li Kadikoyê kom bûn.
Malbatên Pirsûsê, pankarta bi nivîsa “Bila dilê me ji bo edaletê lêbixe” û wêneyên şehîdên Pirsûsê hilgirtin. Di 17’emîn meha Qetlîama Pirsûsê de li ser nave Însyatîfa Malbatên Pirsûsê gaziyê Pirsûsê Kenan Yildizerler daxuyanî da. Yildizler got, “Ev 17 meh in, ji bo 33 canên xwe di her 20’ê mehê de em li vir in, em banga xwe ya edaletê dubare dikin. Divê biryara veşartinê ya li ser qetlîamê ku ev 17 meh in didome bê rakirin, em daxwaz dikin ku faîl û berpirs bên darezandin.”
Yildizerler diyar kir ku ji 20’ê Tîrmeha 2015’an û şûn de li Tirkiyeyê bê hed û hesab mirov hatine qetilkirin, Qetlîama Pirsûsê bû dîroka destpêka şer û qetlîaman, heta ku neyê ronîkirin wê ev qirkirin û qetlîam bidomin.
Yildizerler bi bîr xist ku ew weke malbatên Pirsûsê ev 17 meh in ne tenê ji bo Pirsûsê, ji bo her kesê edaletê dixwazin, lê mekanîzma darazê ya li Tirkiyeyê polîtîkayên xwe yên bêçaretiyê bi cezayê (bêcezayê) kujerê Ethem Sarisuluk careke din raxiste ber çavan. Yildizerler wiha anî ziman: “Kujerê Ethem tenê bi cezayê pereyan hat cezakirin. Biryara ku ji aliyê dadgehê ve hate dayîn ne ceza ye, bi bêcezatiyê xelat kirin. Ev biryar li pêşberî lêgerîna edaletê ti hikmê xwe nîne.”
Yildizerler destnîşan kir ku di doza têkildarî qetlîama Pirsûsê de jî heman bêedaletî didome. Yildizerler diyar kir ku tevî bombekar ji aliyê dewlet û raporên sîxûriyê ve tên zanîn jî berpirsyar ji darazê revandin. Yildizerler wiha pê de çû: “Amirê Emniyeta Pirsûsê ku der barê wî de doz hatiye vekirin, dixwaze weke kujer Ahmet Şahbaz bi bêcezakirinê xelat bike.”
Herî dawî Yildizerler wiha got: “Yên ku dixwazin qetlîama Pirsûsê bidin jibîrkirin û qetlîamê binixûmîn bila baş bizanibin ku em qet rê nadin vê yekê. Kujer û hevkar zû yan dereng wê teqez hesab bidin û ji bo vê weke 33 qûrnefîlan, çi ji destê me bê em ê bikin.”
Malbatên Pirsûsê qetlîama ku li Berlînê li ser bazara Noelê hate kirin jî lenet kirin û ev tişt gotin: “Zimanê êşê nîn e. Dilê me li gel wan e.”
Piştî ku navên kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn hat xwendin, çalakî bi dawî bû.