Daxwaza ‘bila meclîs bêrûmetiya li dijî cenazeyan lêkolîn bike’

HDP ji bo ku rawestandina 13 cenazeyên YPG û YPJ’iyan a bi biryara Desteya Wezîran li Deriyê Sînor ê Xabûrê xwest li meclîsê lêkolîn bê vekirin.

HDP ji bo ku rawestandina 13 cenazeyên YPG û YPJ’iyan a bi biryara Desteya Wezîran li Deriyê Sînor ê Xabûrê xwest li meclîsê lêkolîn bê vekirin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez têkîldarî 13 cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê ku ji 26’ê Tîrmehê heta niha bi biryara Desteya Wezîran li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên rawestandin ji ber ku “Ev biryara nehiqûqî ya ku nirxên çandî û hiqûqê bin pê dike û dibe sedema înfiala civakî” bê lêkolînkirin xwest li meclîsê lêkolîn bê vekirin.

Îrmez di sedema daxwaza lêkolînê de got ku hêzên YPG û YPJ’ê yên ku li Rojava li ser navê mirovahiyê serketin û îradeyekî mezin nîşan dane, di 2013’an de heta niha li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîna nirxên mirovahiyê dide lê piştî ku pêvajoya çareseriyê hate rawestandin hikûmeta demî ya AKP’ê desturê nade cenaze derbas bibin û bi vî rengî biryarekî nehiqûqî û ne exlaî girtiye.

Îrmez di sedema daxwaza lêkolînê de ev tişt anî ziman: “Hİkûmeta AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan di israra rawestandina cenazeyan de ji zilma li dijî ciwanên me fedî nake. Ev welatiyên ku navên wan dê derbasî dîroka rûmet û şerefê ya mirovahiyê bibe li dijî van ev bêwijdanî ev hikûmeta demî wê bi vî ferasata xwe ve derbas bibe.” Di hincetê de hate destnîşankirin ku rawestandina canezeyan li dijî hiqûqa navxweyî û Danezana Gerdunî ya Mafên Mirovan e jî û wiha hate gotin: “Pêkanîn û biryarên bi vî rengî ji ber ku dibin sedema psîkolojiya têqîna hêrsê divê li ser baş bên fikirîn. Ev pêkanîna ku di warê mafên mirovan, kevneşopî, civakî û hiqûqî de di raya giştî de dibe sedema şermekî mezin. Ev fereseta siyasî ya ku li dijî cenazeyan jî şer îlan kiriye welat ber bi şerekê ve dibe û ev jî di raya giştî de dibe sedema fikaran. Ji bo veyekê jî lêkolînkirina vê biryara derveyî qanûnî pêwîst e li meclîsê bê lêkolînkirin.”