Daxwaza berdana astengdar Erbîlek hate kirin

Şaxa ÎHD’ ya Stenbolê di Rûniştina F ya hefetya 346’an de daxwaza lezgîn a berdana Hakan Erbîlek ê 19 salî ku tevî rapora ji sedî 99 astengdar e hê li girtîgehê tê ragirtin, kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş bên berdan xwest di hefteya 346’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê lidar bixe. Polîsan ji çalakiyê re astengî derxist û destûr endan. Li ser astengiyê parêzvanê mafê mirovan li ber avahiya ÎHD’ê daxuyaniyek da. Pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li şibakeya avahiya ÎHD’ê daliqandin û wêneyên girtiyên nexweş hildan.

Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Hakan Erbîlek ê ji sedî 99 astengdar e.

Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtîgehan ku bi sedan girtiyên nexweş hene û got: “Dema mirov li rewşa 400 girtiyên nexweşînên giran hene dinêre, di nav wan de yên cûr bi cûr nexweşînên wan hene dimînin. Hin girtî hene nikarin ji şûna xwe bilepitin. Hin girtî hene nizanin ku li girtîgehê ne.”

Onaran di derbarê girtiyê nexweş Hakan Erbîlek ê di sala 1999’an de hatiye dinyayê agahî da û got Erbîlek nexweşek ji sedî 99 astengdar e. Onaran anî ziman ku Erbîlek di 11’ê cotmeha 2018’an de ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û piştî wî dibin Girtîgeha Mûşê û roja 25’ê Cotmehê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsa Stenbolê dikin. Onaran da zanîn ku rewşa Erbîlek giran û xwest demildest ji girtîgehê bê berdan û dermankirina wî li derve pêk bê.