Daxuyaniya Komîteya Amadekar ji bo Aktîvîteya Huseyîn Çelebî

YXK’ê banga tevlîbûna Aktîvîteya Wêje ya Huseyîn Çelebî kir.

YXK’ê banga tevlîbûna Aktîvîteya Wêje ya Huseyîn Çelebî kir.

Komîteya Amadekar a Aktîvîteya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî ya YXK’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di destpêka daxuyaniyê de şoreşgerên Komkujiya Pirsûsê, ên li Rojava jiyana xwe ji dest dane û her wiha Şervan Varto yê di êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû hate bibîranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wekî tê zanîn Hevalê Huseyîn Çelebî, hevalekî li dîasporayê ji dayik bûye, li vir mezin bûye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê, Tevgera Azadiya Kurd. Xeta welatparêzî û têkoşîna şoreşgerî ya wî di temenê biçûk de destpêkir, hê 7 salî bû li hember Saddamê bi salan Kurdên Başûr qetil dikir, xwe gihand qada çalakiyê.” 

'KESÊN JI KEVNEŞOPIYA TÊKOŞÎNÊ TÊN LI BER XWE DIDIN’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevalê Huseyîn Çelebî û hevalên wî yên têkoşînê ji me re wêne tenê nehiştine. Her wiha berhem û fikr in. Îro kesên ji vê kevneşopiya têkoşînê hatine li Cizîrê, Farqînê, Geverê û bi wateya rastî li çar parçeyê Kurdistanê li ber xwe didin, xweşik dibin, dibin leheng”  û têkoşîna xwerêveberiyê hate silavkirin.

'17’Ê COTMEHÊ WERIN DORTMÛND'

Daxuyaniya der barê aktîvîteyê de ev hatin gotin: “Di aktîvîteya me de destpêkê der barê Qirkirina Ermeniyan de wê Prof. Dr. Mîhran Dabag panelekê li dar bixê. Piştre di beşa duyemîn de Dr. Lokman Tûrgût wê der barê wêjeya berxwedana Kurdan panelekê bide. Her wiha, wê hûnermend Yekşa, Nûarîn, Erdogan, Hakan Vreskala û Koma Folklorê di aktîvîteyê de cih bigirin. Ango bi her awayî programek tijî di 17’ê Cotmehê saet 13.00’an de li bajarê Dortmûndê li benda me ye. Li ser vî esasî, em di hizûra we de mirovên şoreşger, demokrat, welatparêz dawetî aktîvîteyê dikin.”