Daxuyaniya ji bo destekkirina Dundar û Gul bû mijara fezlekeyê

Daxuyaniya nivîskî a Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a ji bo destekkirina Can Dundar û Erdem Gul, bû mijara fezlekeyê. Balkêş e, li binê vê daxuyaniyê navê Yuksekdag jî heye, lê tenê têkildarî Demîrtaş fezleke hatiye amadekirin.

Fezlekeyên ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hatine amadekirin, balê dikişînin.

Yek ji van fezlekeyan ji ber daxuyaniya nivîskî hat amadekirin. Daxuyanî jî; nerazîbûna li hemberî girtina Can Dundar û Erdem Gul e. Li binê vê daxuyaniyê îmzeya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hene. Lê bi tenê têkildarî Demîrtaş fezleke hatiye amadekirin.

Li gorî fezlekeyê, li ser nûçeya 27'ê Mijara 2015'an a rojnameya Cûmhûriyetê ya bi serenavê "Serokkomar berdêlan dide dayîn" dozgerî ket nava tevgerê. Dozgerê ku dît ev daxuyanî ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş e, li malpera hdp.org.tr xwe gihand temamiya daxuyaniyê û li hemberî Demîrtaş lêpirsîn da destpêkirin.

Di vê daxuyaniyê de Demîrtaş û Yuksekdag nerazîbûn nîşanî girtina Dundar û Gul dan û gotin, "Mekanîzmaya edaletê di bin kontrola desthilatdariyê û Qesrê de tevdigere. Serokkomar Erdogan, ji bo berdêla nûçeya hatiye çêkirin bide dayîn, girtin ferz kiriye."