Daxuyaniya Ebadî ya li ser Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê Ebadî, li ser êrîşên li dijî Kerkûkê daxuyaniyek da û got, "Ji bo bicihanîna qanûnên xwe, em hatine."

Serokwezîrê Iraqê Hadyar Ebadî, bi rêya hesabê xwe yê medya civakî, têkildarî êrîşên li hember Kerkûkê û herêmên derdora wê, daxuyaniyek da. Ebadî îdîa kir, ku ev êrîş ji bo berjewendiyên gelê Kerkûkê ye.

Di peyama Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî de wiha hat gotin, "Me gelek caran got, ku divê hikumeta Herêma Kurdistanê nekeve nava hewldanên bi vî rengî (referandûm). Me ji wan re got, ku li dijî yekparebûna axa Iraqê, berjewendî û qanûnên Iraqê dernekevin. Lê belê tevî hemû hişyariyên me jî ev kirin. Ji bo bicihanîna qanûnên xwe û parastina çavkaniyên xwe yên neteweyî em jî hatin Kerkûkê."