Davûtoglû mukur hat: Lîsteya bombeyên zindî heye, lê heta çalakiyê nekin em nikarin wan bigirin!

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, der barê rexneyên li ser negirtina tedbîrên li hemberî êrîşên DAIŞ'ê de got, "Em bi navên bombeyên zindî dizanin, lê belê heta çalakiyê nekin, em nikarin wan bigirin."

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, der barê rexneyên li ser negirtina tedbîrên li hemberî êrîşên DAIŞ'ê de got, "Em bi navên bombeyên zindî dizanin, lê belê heta çalakiyê nekin, em nikarin wan bigirin."

Davûtoglû ê li bernameya qenaleke televîzyonê de axivî got, "Lîsteyeke kesên ku dikarin li Tirkiyeyê çalakiya xwekujî pêk bînin, heye" û wiha axivî: "Di nava amadekariya çalakiyan de ye, lê heta ku vê amadekariyê veneguherînin çalakiyê yan jî heta ku daneyeke li ser pêkhatina çalakiyan tinebe, hûn nikarin wan bigirin. Tirkiye dewleteke hiqûqê ya demokratîk e. Di vir de ti kes nikare hiqûqê sûcdar bike, ji ber ku Tirkiye ne welatekî ku mirov bê sebep lê werin girtin."

Davûtoglû der barê endamê DAIŞ'ê Abdurrahman Alagoz ê ku li Pirsûsê êrîşa bombeyî kir û bi teqandina bombeyên li ser xwe re mir, gotibû, "Hat girtin, teslîmî edaletê hat kirin." Her wiha di rapora parlamenterên CHP'ê ya li ser rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Semsûrê de, hatibû nivîsandin ku Davûtoglû ji bo kesekî bi malbata xwe re tevlî DAIŞ'ê bûye gotibû, "bêhtir bi xêr e ku bi malbata xwe re çûye."