Davûtoglû li Mûşê hat protestokirin
Li Mûşê, bi sedan kesî pişta xwe dan Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû û ew protesto kirin.
Li Mûşê, bi sedan kesî pişta xwe dan Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû û ew protesto kirin.
Serokê Giştî yê AKP'ê Ahmet Davûtoglû yê ji bo tevlî mîtînga partiya xwe bibe hat Mûşê, li protestoyê rast hat. Bi sedan kesî pişta xwe dan Davûtoglû û ew protesto kirin.
Bi sedan kes li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Rawestgeha Bahçevlîevler a kolana Stasyonê hatin cem hev û gava konvoya Davûtoglû jî tê de bû li wir derbas bû, girseya gel pişta xwe da konvoyê, bi çepik, tilîlî û dirûşmên 'Bijî HDP' Davûtoglû protesto kir.
Girseya gel piştî derbasbûna konvoyê dawî li çalakiya xwe anî û belav bû.
Balkêş bû ku di dema protestoyê de helîkopterek li ser herêmê digeriya. Danê sibehê jî ji bajarên Amed, Bedlîs û Sêrtê bi dehan wesayîtan polîs anîn Mûşê.
AKP'ê li Mûşê jî ya hêvî dikir nedît. Qada ji bo mîtîngê hatibû veqedandin, tevî AKP'yiyên ji bajarên din bi wesayîtan hatin anîn jî, bi giranî vala ma.