Davûtoglû li Iraqê ye

Davûtoglû li Iraqê ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû yê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî ve hatibû vexwendin gihişt Iraqê û bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî re rûnişt. 

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Ahmet Davûtoglû li Bexdayê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Hoşyar Zebarî ve hat pêşwazîkirin û bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî re hevdîtînek pêk anî.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên navbera her du dewletan hatine nîqaşkirin û pêşveçûnên li herêmê jî hatine nirxandin. Di serdana ku wê du rojan berdewam bike de tê payîn ku Davûtoglû Wekîlê Serokkomar jî di nav de bi hin rayedarên payebilind re rûnê.