Davûtoglû li Dêrsimê bi protestoyan hat pêşwazîkirin
Davûtoglû li Dêrsimê bi protestoyan hat pêşwazîkirin
Davûtoglû li Dêrsimê bi protestoyan hat pêşwazîkirin
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê çû Dêrsimê, bi protestoyan hat pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, ji bo beşdarî kongreya AKP'ê ya bajarê Dêrsimê bibe û hin serdanan bike, bi helîkopterê hat Dêrsimê. Helîkoptera Davûtoglû tê de bû, xwe li 4. Tabûra Komando ya Jendermeyan danî. Bi hatina Davûtoglû re, polîs û leşkerên ji danê sibê ve dor li bajêr girtibûn, navenda bajêr li çûn û hatinê girtin.
Li qadeke 200 metre nêzî mala cem a li navenda bajêr, bi gelek polîsên tevgera taybet, polîsên fermî û maşînên zirxî bend hatin danîn, wesayîtên hewl didan têkevin nava bajêr hatin sekinandin û hatin vegerandin.
Davûtoglû jî bi serdana Walîtiyê dest bi danûstaninên xwe kir. Li ser rêgeha Davûtoglû hejmarek zêde ji segvanan hatin bicihkirin. Komeke xwest hatine Davûtoglû protesto bike, li kolana Hunerê civiya. Kom piştre ji vir bi dirûşman meşiya. Koma ku xwe gihand ber benda polîsan a li dawiya kolanê, bêyî bên hişyarkirina rastî êrîşa polîsan hat. Polîsên ku bi ço li gelek endamên komê dan, êrîşa xwe dijwartir kirin û gaza îsotê û fîşekên plastîk bikar anîn.
Endamên komê yên li ser vê êrîşê xwe vekişandin, bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûna navbera komê û polîsan dewam dike.