Darizandina parêzerên Ocalan: Dosyaya amadekarên dosyayê hate xwestin
Rûniştina doza ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan dihatin darizandin berdewam e.
Rûniştina doza ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan dihatin darizandin berdewam e.
Doza "KCK'ê", ku 46 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên darizandin li 19. Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hate dîtin. Piştî ku Dadgehên Rayeya Taybet hatin rakirin 5. danişîna dozê hate dîtin. Di dozê de Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Omer Guneş, Mehmet Sanî Kizilkaya, rêveberên Navenda Giştî ya OHD'ê Ozgur Erol û Asya Ulker, Nezehat Paşa, Îbrahîm Bîlmez, Mustafa Eraslan û parêzerên wan amade bûn.
DIVÊ LI BENDA BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BIN
Nûnerên baroyên Ewropayê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz û Hiqûqnasên ji bo Demokrasî jî doz şopandin. Di dozê de ewil ji parêzerên ku têne darizandin Esra Sarmanli axivî. Sarmanli diyar kir, hemû xebatên ku ji aliyê dadgehên rayeya taybet ve hatine kirin nehiqûqî ne ji ber vê yekê jî darizandin divê berdewam neke. Sarmanli destnîşan kir, divê li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku dosya hatibû şandin bimînin.
'YÊN GILÎNAME AMADE KIRIN TÊN DARIZANDIN'
Piştre parêzer Rêzan Sarica axivî. Sarica bi bîr xist ku dadger, dozger û polîsên ku dosya amade kirine îro tên darizandin û wiha axivî: "Dosyayên ku îro ew pê têne darizandin heta ku neynin biryar nikare bê dayîn. Em nikarin bi dosyayên ku van kesan amade kirine bawer bin. Ev derveyî hiqûqê ye. Dadgeh Mehmet Ekîncî jî di nav de komek dadger em dizanin ji ber ku 'peywira xwe xirab bikaranîne' li 10. Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê ye. Di heman demê de em dizanin ku polîs jî tên darizandin. Heta niha darizandineke adil nehat kirin. Ji ber vê yekê jî biryar nikare bê dayin. Ji bo mafê darizandineke adil divê rewşa van polîs û dadgeran li ber çavan were girtin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin van dosyayan bînin dadgehê."
Parêzer Several Ballikaya jî anî ziman ku asta pirsyarkirinê ya parêzeran jî li gorî ûsulê nehatiye kirin, di gilînameyê de tê gotin, raporên ku parêzeran bi Ocalan re danîne jî wekî "delîlên sûc" hatine dîtin û bi vî rengî têkîliya parêzer û muwekîl jî hatiye binpêkirin. Ballikaya wiha got: "Hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi parêzeran re kiriye jî bi biryara dadgerê înfazê bi awayekî nehiqîqû hatine qeydkirin."
Piştî parastina parêzeran dozger hemû daxwazên parêzaran, naveroka dosyayê hincet nîşan da red kir û ji bo mutalayê dem xwest.
Piştî mutalaya dozger, heyetê biryara xwe eşkere kir û nirxandina delîlan red kir. Heyetê biryar da ku dosyayên dadger, dozger û polîsên dosya amade kirine ji dadgehên têkîldar bên xwestin, li benda biryara Dadgeha Dadgeha Destûra Bingehîn bimînin. Doz taloqî 14'ê Mijdarê hate kirin.