Daristanên Mêrîwanê yek bi yek tune dibin

Daristanên Mêrîwanê yek bi yek tune dibin

Ji 7 cihan ve agir berbî daristan û mêrgên Mêrîwanê ve diçe. Bi dehan donimê din yên daristanan şewitîn. Heta niha bi zanebûn 132 caran agir bi daristan û mêrgên Mêrîwanê xistine.

Li gorî ku nuçegihanê ANF’ê ji herêmê ragihandî, 12’ê Tebaxê (duh) beramberî 21 xermanan daristan û mêrgên çend gundên din ên Mêrîwanê hatin şewitandin. Daristanên Herêmê, li der dora gundê Beyele, Xelîfe, li der dora gundê Sêfî Jorî, Quçlus, der dora Pîrsefa û Yengîce, gundê Şaswar, çiyayê Îmam yê Mêrîwanê, li der dora Tazaewa ya Mêrîwan û gundê Qelancan yên di navbera sinorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatin şewitandin.

Li gorî agahiyên ku  ANF’ê bidest xistiye, ji dawiya meha biharê heta niha 132 caran agir berdana herêmên Mêrîwanê û ji 500 donim daristan zêdetir yên Mêrîwanê bune xwelî. Çavkaniyên herêmê diyar kiri ku ev agirberdane ji aliyê kesên bi pere hatine kirêkirin, çete û alîgirên rejîma Îranê ve hatine kirin. Bi vê boneyê heta niha tu dezgeyên peywendîdar yên dewletê ji bo çareserkirina vê rewşê tu tişt nekirine.