Danûstandinên ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê
Li Iraqê karê ji bo avakirina hikumeta nû zêde bû. Gelo li Iraqê avakirina hikumetê karekî hêsan e? Bûyerên ku di dema dawî de qewimîn nîşan didin ku ne karekî hêsan e.
Li Iraqê karê ji bo avakirina hikumeta nû zêde bû. Gelo li Iraqê avakirina hikumetê karekî hêsan e? Bûyerên ku di dema dawî de qewimîn nîşan didin ku ne karekî hêsan e.
12'ê Gulanê li Iraqê hilbijartina giştî ya parlamentê pêk hat. Bi îdîaya "gelek dek û dolab hatin gerandin, fen hate kirin" îtiraz li encamên hilbijartinê hate kirin. Beşeke mezin a dengan ji nû ve hate jimartin. Tevî guman û rabûna li ber encamên hilbijartinê, ji du aliyan ve hewl hate dayin ku hikumet bê avakirin. Serkêşê lîsteya Sarîûnê Muqteda El Sard bi Serokwezîr Haydar Ebadî, serkêşê lîsteya Hîkme Amr Hekîm, berpirsyarên lîsteya Vataniye û Koalîsyona Yekîtiya Iraqê re hevdîtin kir. Sadr bi damezrînerê Heşdî Şabî û serkêşê lîsteya Fetîhê Hadî Amîrî re rûnişt. Bi Kurdan re yanî bi Başûr re jî bi hin rê û rêbazan hevdîtin kir. Hîn jimartina dengan neqediya bû, berdevkên Tevgera Sadr ragihandin ku di encama hevdîtinan de wan li hev kirine bi lîsteyên Hîkme, Nasir û Vataniye re hikumeta nû ava bikin. Di daxuyaniyan de hate gotin, 'Di nava hikumeta nû de wê Kurd û nûnerên hemû pêkhateyên din hebin'. Serkêşê Sarîûn ku di hilbijartinê de bû y ekemîn Sadr ji aliyekî ve dest bi karê avakirina hikumetê kir, Nûrî Malîkî jî ji aliyê din ve dest bi heman karî kir. Malîkî bi taybetî giranî da ser Kurdan. Di nava Kurdan de jî bi giranî bi PDK'ê re rûnişt. Hewldanên ji du aliyan ve ji bo avakirina hikumetê hatin kirin, di heman demê de têkoşînek di navbera DYA û Îranê de ye. Sadr, Ebadî û Amr Hekîm serkêşên Şîa Iraqê ne û dixwazin ji Şîa Îranê cuda bên dîtin. Ji ber vê yekê hîn bêhtir nêzî DYA'yê ne. Sadr yekser têkiliya xwe bi DYA re tine be jî di ser Erebîstana Siûdî re bi DYA'yê re di nava têkiliyê de ye. Hin nakokiyên Sadr bi Îranê re hene. Sadr piştî mirina lîderê rûhanî yê Şîa Iraqê Alî Sîstanî dixwaze weke Ayettûllah bikeve şûna wî. Lê Îran xwe nade ber vê. Ji ber ku eger Sadr bibe Ayettûllah û bibe serkêşê Îranê, wê ji bo pêkhatina plana DYA'yê gaveke din hatibe avêtin ku dixwaze navenda Şîa bibe Iraqê. Di rewşeke wiha de wê plana 'heyva Şîa' têk biçe. Sadr jî dixwaze Şîayên Iraqê û yên Îranê mîna hev neyên dîtin. Dixwazin bi tena serê xwe weke îradeyekê bên qebûlkirin. Tê zanîn ku Nûrî Malîkî û damezrînerê Heşdî Şabî Hadî Amîrî nêzî Îranê ne. Ji ber vê yekê, xebatên ji bo avakirina hikumetê yên ji du aliyan ve tên kirin, weke têkoşîna navbera Îranê û DYA'yê tê dîtin.
BERDEVKÊ HEŞDÎ ŞABÎ DAXUYANÎ DA
Tevî hemû îtirazan jî Desteya Hilbijartinê ya Bilind ji wezîfeyê hate girtin û li şûna wê desteyeke nû ya hilbijartinê ya ji heft dadgeran hate avakirin. Parlamentê biryar da ku dengên li gelemperiya welêt ji nû ve werin jimartin. Lê belê piştre biryar hate dayin ku 10 ji sedî yê dengan bi destan bên jimartin. 9'ê Tebaxê jî encamên dawî yên hilbijartinê hatin eşkerekirin. Beriya eşkerekirina encamên dawî, Berdevkê Heşdî Şabî û Berdevkê Lîsteya Fetîh a heyî Ahmed Esedî dabû xuyakirin ku piştî encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin wê plana xwe ya avakirina hikumeteke berfireh ragihînin. Anî ziman ku beriya wê jî wê bi Kurdan re bi giranî bi PDK'ê re hevdîtinan bike û weke heyetekê serdana Hewlêrê bikin.
Demeke kin piştî vê daxuyaniyê, nûnerê taybet ê Trûmp ê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Brett McGûrk serdana Mesûd Barzanî kir. Heman rojê hevsera Celal Talabanî û kurê wî Kûbat û Pavel çûn serdana Mesûd Barzanî. Piştî vê serdanê, heyetek ji partiyên Sûnî yên Iraqê serdana Barzanî kir. Tevî ku naverka serdanê bi temamî nehate eşkerekirin jî Barzanî got, "Em dixwazin her tiştên li Iraqê li gorî destûra bingehîn a Iraqê bin". Bi vî rengî nîşan da ku serdan ji bo avakirina hikumeta nû ye. Her wiha çar partiyên berê li ber encamên hilbijartinê rabûn, piştî van hevdîtinan diyar kriin ku wê bi heyetekê dest bi serdanên îqnakirinê bikin. Vê yekê jî nîşan da bê hevdîtinên bi Mesûd Barzanî re ji bo kîjan armancê hatine kirin.
Hefteyek piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê, ji berdevkekî tevgera Sarîûn diyar kir ku wan bi lîsteyên Nasir, El Hîkme û Vattaniye re li hev kirine û ji bo hevdîtina bi Kurdan re wê heyetek biçe Hewlêrê.
Ji rayedarên Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya bi lîderiya Nûrî Malîkî Mensûr Becî anî ziman ku di çarçoveya karê avakirina hikumeta li Iraqê, hindik maye ku ew bi PDK û YNK'ê re li ser avakirina koma herî xurt li hev bikin.
Berdevkê Koalîsyona Fetîh Ahmed Esadî jî da xuyakirin ku heyeteke hevpar a Koalîsyona Fetîh û Koalîsyona Dewleta Qanûnê wê serdana Hewlêrê bike.
KURD DI NAVBERA XELÎL Û CELÎL DE
Xebatên avakirina hikûmetê ku ji aliyekî bi Îranê ve ji aliyekî bi DYA’yê ve têne rêvebirin careke dî nîşan da ku Kurd li Iraqê hêman hevsengê ne. Ji ber ku du aliyan jî dît ku bê Kurdan nikarin hikûmetê ava bikin. Lê divê were dîtin ku ji bo Kurdan talokeyeke mezin derketiye holê. Dema ku Kurd di nav wê koalîsyonê bin ku hewl didin hikûmeta alîgirê DYA’yê de bin wê têkiliyên wan bi Îranê re xira bibin. Di vê rewşê de dibe ku li Başûrê Kurdistanê rewşên nû derkevin holê. Dema ku di nav koalisyona alîgirê Îranê de bin vê demê jî DYA wê bi ser wan de biçe. Zor xuya dike ku Kurd di nav koalisyona alîgirê Îranê de bin. Ji ber ku statûya berdest a Kurdan ji hêla DYA’yê ve hatiye parastin û hê jî DYA diparêze.
Di vê rewşê de ya ku Kurd divê bikin ew e ku ne li gorî hêzên derve tevbigerin lê yekîtiya xwe ya netewî ava bikin û geşedanên jiyanî û girîng ên li çar parçeyên Kurdistanê mafê xwe biparêzin. Her kes dizane ku ev pêk neye li ser çar parçeyan taloke heye. Li Başûrê Kurdistanê jî ku herî ewle xuya dike û statûya wê bi yasayan jî diyar e jî, talokeya li ser xuya dike. Di vê rewşê de Kurd di nav koalisyona DYA û Îranê de jî bimînin krîza siyasî, aborî ya Başûr wê girantir bibe. Dibe ku rewşa şer jî derkeve holê.
Her çendî niha serokkomar ji bo avakirina hikûmetê peywir nedabe jî partî hewl didin ku hevkarên koalîsyonê zelal bikin. Ev geşedan nîşan didin ku li Iraqê avakirina hikûmetê ne hêsan e. Heke ava bibe jî kaos û krîza Iraqê wê neqede. Sedema vê ya sereke jî ew e, her çendî ji Iraqê re federal were gotin jî ji pergala netewdewletê neqeriyane.