Danûstandinên ji bo avakirina hikumeta Iraqê dewam dikin

Di mijara avakirina hikumeta nû ya Iraqê de rewşa ne diyar û danûstandin dewam dikin. Muqteda El Sadr got, wî karê xwe qedandiye.

Koalîsyona Sairun di hilbijartina Iraqê de bû partiya yekemîn û li parlamenta ji 329 wekîlî, 54 wekîl bi dest xist. Serkêşê koalîsyonê Muqteda El Sadr ji bo avakirina hikumetê dest bi hevdîtinan kir.

Sadr bi serokên gelek partî, lîste û koalîsyonan re rûnişt û piştî ku ji Bexdayê vegeriya Necefê wiha got: "Hikumet wê nebe hikumeteke Şîa, Sûnî, Ereb, etnîkî ya jî mezhebî. Wê bibe hikumeteke xurt û xwecihî ya Irqê. Tevî vê yekê wê mûxalefeteke siyasî, aştiyane û çêker jî hebe."

Sadr bi rêya hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û diyar kir, hikumeta nû wê her kesî di nava xwe de vehewîne.

Sadr da xuyakirin ku wê li Necefê nêrîna lîderê olî yê Şîa Alî Sîstanî, lîderên eşîran û gel bigire.

Sadr bi serkêşê koalîsyona Fetîh a bi desteka Îranê Hadî Amîrî, lîsteyên Serokwezîrê heyî Haydar Ebadî, Sûnî û rayedarên Kurd re jî rûnişt. Di dema danûstandinên koalîsyonê de Sadr timî got, ku ew dixwaze hikumeteke ji 'hemû rengên Iraqê' ava bike.

Sadr ji bo koalîsyonê bi heyetên PDK û YNK'ê re li Bexdayê rûnişt. Ebadî jî çend roj berê ragihand ku li ser avakirina hikumeteke ji hemû komên siyasî ew bi Sadr re hemfikir e.

Li gel danûstandinan jî rewşa ne diyar a li ser avakirina hikumetê dewam dike.