Danişîna F’yê: Bila Sîsê Bîngol serbest were berdan

Di Danişîna F’yê de ya ku Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan li dar dixe, hate xwestin ku bila Sîsê Bîngol a 78 salî serbest were berdan.

Danişîna F’yê ya ku ji bo serbestberdana girtiyên nexweş li Qada Galatasarayê tê lidarxistin, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Ji ber astengkirina polîsan daxuyanî li pêşiya Şaxa ÎHD’ê hate kirin. Li vê derê endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Taylan Bekîn axivî.

Bekîn diyar kir ku Rewşa Awarte di warê fermî de bi dawî bûye lê di warê pratîkê de hê jî didome. Bekîn bal kişand ser vî tiştî ku di demên dawîn de li ser girtiyan hejmartina li ser lingan tê ferzkirin û girtiyên ku vî tiştî qebûl nakin jî êşkence li wan tê kirin.

Bekîn bal kişand ser rewşa girtiya bi navê Sîsê Bîngol a 78 salî û got: “Dayika Sîsê Bîngol beriya ku têkeve girtîgehê, krîza dil derbas kiriye û tedawiya wê di nîvî de maye. Ligel ku rapora wê heye ‘Ew bikare di girtîgehê de bimîne’ jî, Wezareta Edaletê vê raporê qebûl nake. Dayika Sîsê pêdiviyên xwe yên sereke bi rêya hevalên xwe yên qawîşê pêk tîne. Hevalên wê cilên wê dişon. Dayîka Sîsê di 4’ê Cotmeha 2017’an de beriya ku haya malbata wê jê were çêkirin, sirgunî Girtîgeha Tarsûsê hatiye kirin û sê rojan di wesayîta rîngê de maye. Sîsê Bîngol gelek nexweşiyên wê hene, êdî xizmên xwe jî nikare nas bike. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de mirin, em naxwazin Sîsê Bîngol jî bibe yek ji van kesan. Divê dayîka Sîsê Bîngol demildest serbest were berdan.”