Danişîna doza ‘Biaxive tu ji ku yî?’

Suleyman Salgucak ji ber ku ji polîs û leşkerên Tirk ên ji bo dengan hatibûn veguheztin re gotibû, ‘Biaxive tu ji ku yî?’ dihat darizandin. Salgucak beraet kir.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Şirnexê gelek polîs û leşker weke “hilbijêrên veguhestî” anîbûn Dibistana Seretayî û Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl. Welatiyê bi navê Suleyman Salgucak ê 61 salî jî bi gotina “Biaxive tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsan dabû. Ji ber van gotinan û bertekê, doz li Salgucak, Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê û Tufan Ertaş hatibû vekirin. Doz bi îdiaya “Bi rêya gefxwarin/tundiyê nehiştin hilbijêr bikevin qada sindoqê û dengê xwe bidin” hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hate lidarxistin.

Ji ber ku hejmara beşdaran zêde bû, danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran hat lidarxistin. Salgucak, Gungen û parêzerên wan amade bûn. Parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê, hevşaredaran û gelek kesên din jî doz şopandin.

Ji ewil parêzeran parastin kirin û îdianame û mutalaayên hatine amadekirin qebûl nekirin. Parêzeran got ku miwekîlên wan tenê berteka xwe nîşan dane û gotina “Biaxive tu ji ku yî?” sûc nîne.

Salgucak jî heman gotina “Biaxive tu ji ku yî?” ji dadger re jî got û wiha domand: “Heke ev gotin sûc be, min bigirin.”  

Gungen jî got ku wan berteka xwe ya demokratîk nîşan dane.

Piştî parastinan, dadgehê ji bo Salguocak, Gungen û Ertaş biryara beraetê da.

PIŞTÎ DANIŞÎNÊ XESP HATE ŞERMEZARKIRIN

Piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Biaxive tu ji ku yî?” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de peyama domandina berxwedanê ya li dijî xespkirina îradeyê hate dayîn.

Daxuyanî bi dirûşmên “Em serokên dizek naxwazin”, “AKP ya diz dê hesabê bide gel” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.