Danişîna Berkîn Elvan hate taloqkirin
Danişîna Berkîn Elvan ku ji hêla polîsên Tirk ve hatibû kuştin, hate taloaqkirn. Malbatê got, ''Hemû civak birçiyê dadmendiyê ye.''
Danişîna Berkîn Elvan ku ji hêla polîsên Tirk ve hatibû kuştin, hate taloaqkirn. Malbatê got, ''Hemû civak birçiyê dadmendiyê ye.''
Danişîna 12'an a Berkîn Elvan ku dema çalakiyê Parka Geziyê ji hêla polîsê Tirk Faîh Dalgali ve hatibû kuştin, li Dadgeha Cezayê Giran a 17'an hate dîtin. Li danişînê dayik û bavê Elvan Gulsum Elvan, Samî Elvan û gelek kes amade bûn. Weke danişînên berê dîsa polîsên ku biryar li ser wan hatibû dayin ku li wan were guhdarîkirin nehatin dadgehê.
Dadgehê danişîn taloqî 19'ê Hezîranê kir.
Malbata Berkîn Elvan got, ''Ne tenê em, hemû civak birçiyê dadmendiyê ye.''