Danişîna akademîsyenan: Rexneya li dewletê ne sûc e
Daxwaza bereatkirina akademîsyenên ku îmze xwe li Danezana Aştiyê xistin nehate qebûlkirin. Danişîn hate taloqkirin.
Daxwaza bereatkirina akademîsyenên ku îmze xwe li Danezana Aştiyê xistin nehate qebûlkirin. Danişîn hate taloqkirin.
Danişîna akademîsyenên ku li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê danezana ‘Em ê nebin hevkarê vî sûcî’ îmze kiribûn dest pê kir. Bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ kirine li ser akademîsyenan doz hatibû vekirin.
Danişîna 10 akademîsyenan li Edlîyeya Stenbolê ya Çaglayanê tê dîtin. 10 akademîsyenên ku îmze li danezanê dabûn, ên ji zanîngeha Stenbolê û Galatasarayê li Dadgeha Cezayê Giran ê 35’an tê dîtin.
HATE TALOQKIRIN
Şandeya Dadgehê ji bo amadekirina parastinê dem da. Danişîna dî heta 12’ê Nîsanê hate taloqkirin.
‘REXNEKRINA DEWLETÊ NE SÛC E’
Parêzerê akademîsyena Zanîngeha Stenbolê Gîzem Bîlgîn, Arin Gul Yenîaras got di danezanê de banga aştiyê li dewletê tê kirin, ne pêkan e ku muwekîla wî û akademîsyenên dî yên ku îmzeya xwe li danezanê danîne, pêşbîniya wê bikin ku ev dibe sûcek û wiha domand, ‘’Ne sûc e ku organên dewletê werin rexnekirin û her wiha binpêkirinên mafan werin gotin. Di danezana akademîsyenan de muxatab dewlet e. Bêyî ku bikeve ber bayê medya û siyasetê divê dadgeha we biryareke dadmend bide.’’
‘MUDAHELEYÎ AZADIYA DERBIRÎNÊ DIKIN’
Parêzerê akademîsyen Pedriye Mutlu Alî Denîz Ceylan xwest ku Mutlu were berdan û got, ‘’Dadgeha we di danişîna akademîsyenên dî de daxwaza bereatê qebûl nekir. Lê yek ji berpirsyariya dadgeha we ew e ku mudaheleya li azadiya derbirînê û rexneyên siyasî yên neheq asteng bike. Azadiya ramanê heq e.’’