Danişîna 6’an a Komkujiya Pirsûsê hate dîtin
Danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê li Rihayê berdewam kir. Malbatan gotin di lîsteyan de ku ji wan re hate şandin, gule hebûn, ku ji bedana xizmên wan hatibûn derixstin.
Danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê li Rihayê berdewam kir. Malbatan gotin di lîsteyan de ku ji wan re hate şandin, gule hebûn, ku ji bedana xizmên wan hatibûn derixstin.
Danişîna 6’an a Doza Komkujiya Pirsûsê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Rihayê hate dîtin.
Bersûcê Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê Yakûp Şahîn ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ye dîsa neanîn dadgehê. Şahîn bi SEGBÎS’ê tevlê bû.
Mehmet Ozkan, bavê Ugur Ozkan ku di komkujiyê de hatî kuştin, got, dewletê zilm li wan kiriye, çi kesê ku slav daye wan gitine û parêzerên girtî yên Pirsûsê bi bîr xist.
Fetîh Aydin, bavê Çagdaş Aydin ku di komkujiyê de hatibû kuştin,got, ‘’Ev dewran wiha naçe, dadmendî ji we jî wê hesabê vê bipirse.’’
Sultan Yildiz, hevjîna Cemîl Yildiz ê ku di komkujiyê de hatî kuştin got, ‘’Ev 6 danişîn in doz gavekê jî bi pêş ve neçû. Yakûp Şahîn wê were û bersivê bide pirsên parêzerên me’’ û ji bo ku polîsên êrîş birin ser birindaran nadarizînin helwest nîşan da.
Şemsa Yurtgurl, dayika Murat Yurtgul jî xwest ku kujer werin cezarkirin.
GULEYA KU JI BEDEN DERXISTN JI MALBATÊ RE ŞANDIN
Sunay Saadet got lîsteya eşyayan a şehîdên Pirsûsê ji wan re şandine û li gel kincên li ser keça wê, guleya ku ji bedana wê hatî derxistin jî di nav lîsteyan de hebû.
Yagmur Şeker, keça Îsmet Şeker, guleyên ku di nav kincên bavê wê de cih girtî bi bîr xist, dema ku ji Yakûp Şahîn re gotî ‘kujer’ Şahîn got ‘hedê xwe zanibe’ û gef li Şeker xwar.
TALOQ BÛ
Dadgehê biryarda ku Abdullah Omer Aslan û Hulya Balî werin guhdarkirin û dîmenên roja komkujiyê xwest. Biryar da ku daxwaza xwestina lîsteya GBT’ê û axaftinên bêtêlan piştre were nirxandin. Danişîn taloqî 22’yê Mijdarê hate kirin.