DAIŞ li ser mizgeftan rêxstinê dike
DAIŞ li ser mizgeftan rêxstinê dike
DAIŞ li ser mizgeftan rêxstinê dike
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê di nûçeya xwe ya sernavê ‘pêngav bi pêngav cehnema DAIŞ’ê’ de ciwan çawa dikevin kemînda DAIŞ’ê û DAIŞ ciwan ciwanan qezenc dike vedibêje. Her wiha ciwanên krud li mizgeftan çaw dikevin kemînan li Suriyeyê çawa şer dikin, mînak wê ya herî şeênb er endamê çeteyê DAIŞ’ê Rauf Ademîr yê li Elmanyayê dijiye.
Dayika Rauf Aydemîr, kurê wê çawa tevli DAIŞ’ê bûye vegot. Çîroka ciwanê 25 salî yê ji Tetwana Bedlîsê ib o hemû malbatên Kurd yên Ewropayê bû îbret.
Dayika Rauf Mendî Aydemîr got: “ 5 sal berê derdora kurê min guherî. Rauf çû mizeftê û hat. Ji wê rojê û şûnde kurê min guherî. Her roj nimêj kir. Ez gelek kêfxweş bûm. Lê her çû zêde kir. Ruyê xwe dirêj kir cilê spî li xwe kir. Me her şev şer dikr. Digot em di riya xweda de ne. Digot ezê biçim hec.
BI HEVALÊ XWE YÊ MIZGEFTÊ RE XANÎ GIRT
Xalê kurê min ew da dukanê ji bo bixebite. Li wir ji xalê xwe re dibêje tu li vir goştê xenzîr difiroşî û wir terk kir. Vê carê çû mizgefta li Offenbach Marktplatz çend meh şûnd got dê ji malê veqete. Em jî neçar man desturê bidin.
ZEWACA DU HEFTEYAN
Medîne Aydemîr got Raur di înternetê bi hevkaria xizman jinek Bosnayî Mîzda dît û zewicî. Em li dijî vê derketin lê me qebûl kir. Mîrzada di çarşefê de bû çavê wê tenê dihat dîti. Dawet çênekir.
Piştî zewaca wî her êvar dihat mala mim. Me pirsî. Dema dihat ez û xwişka xwe hembêz dikirin. Hefteyek şûnde got dê biçe Stenbolê. Çû stenbolê got ez sê meha dimînim. Çend hefteya ligel meta xwe dimîne.Ji wir jî çûye Bedlîsê. Du mehan li wir maye. Mîrzada ducanî maye. Pişte ji hevsera xwe re dibêje emê biçin Hatayê, piştre jî emê biçin Elmanyayê.
Kurê min ji wir diçe Hatayê û ji Hatayê jî diçe Sûriyeyê. Li xizmên me digere û dibêje ji dayika min re bêje dê bi hevsera xwe re li Suriyeyê bimîne. Ez gelek pê re axivîm. Lê tiştek negot.
Hevsera Rauf Mîrzada bi keça min Ferîde re li ser facebookê axivû ji keça min re jî gotiye bê vir, ev der gelek xweşe.
Rauf ji me re wêneyek li sînor hatiye kişandinşand. Di destê wî de kaleşnîkof li pişt têlan bû.
XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVIN
Dayika bi rondikên çava axivî bang li hemû malbatên Ewropayê kirin ku xwedî li zarokên xwe derkevin û got kurê min dijî lê mêjiyê wî hatiye şuştin, ji kerema xwe re hun li zarokên we xwedî dekrevin.