DAIŞ'ê li Îzmîrê nasname belav kir!

Endamên DAIŞ'ê li herêmên cuda yên Îzmîrê nasnameya Hz. Mûhammed belav kir û propaganda Dewleta Îslamî kir. Serokê Î-DAYDER'ê Ferzande Denîz nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û destnîşan kir ku cihê DAIŞ'ê di nava ol û Quranê de nîne.

Endamên DAIŞ'ê li herêmên cuda yên Îzmîrê nasnameya Hz. Mûhammed belav kir û propaganda Dewleta Îslamî kir. Serokê Î-DAYDER'ê Ferzande Denîz nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û destnîşan kir ku cihê DAIŞ'ê di nava ol û Quranê de nîne.

Li herêmên cuda yên Îzmîrê, kes an jî kesên xwe weke 'xizmetkarên dewleta Îslamê' bi nav kirin, propaganda DAIŞ'ê kirin û nasnameya Hz. Mûhammed a li dewleta Îslamî qeydkirî, belav kirin. Di dema belavkirinê de propaganda DAIŞ'ê hat kirin û hat îdîakirin ku dewleta Îslamê wê di demeke nêz de li ser tevahiya cîhanê serdest be, lewma divê her kes ji bo vê dewletê bixebite. Hat gotin ku divê her Misilman destekê bide cîhada li Sûriyeyê, tevlî artêşa dewleta Îslamê DAIŞ'ê bibe û şer bike. Van kesan diyar kirin ku her kesên di rêya Pêxember de ne divê li dewleta Îslamê bijîn û îdîa kirin ku rêya Pêxember ev e.

Di nasnameya Hz. Mûhammed de nûmara nasnameyê, rengê rû, çav, por, dirêjahiya bejna wî, navên zarokên wî, hevser, xal, nîjad û dema rojbûna wî hatin nivîsandin.

Serokê Komeleya Alîkariyê ya Oldaran li Îzmîrê (Î-DAYDER) Ferzande Denîz ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku kesên ji xwe re dibêjin 'mucahîtên Dewleta Îslamî' ti carî nikarin di rêya Pêxember û fermana Pêxember de bin. Denîz got, "Ji bo li ser şopa Pêxember be, divê pratîkên Pêxemberan bi cih bînin. Divê jiyana wan di jiyana xwe de bi cih bikin. Ev jiyan di Quranê de hatiye destnîşankirin."

Denîz anî ziman ku DAIŞ îro li ser navê Îslamê barbariyê dike û got, "Bi taybetî li hemberî gelê Kurd, li Şengalê dike. Li bazarên koleyan jinan difiroş e. Kîjan ayet, kîjan ola semawî, kîjan pirtûka semawî vê qebûl dike? Di Îslamê de ti carî cihê vê tineye. Ti cudahî di navbera karên van û karên muşrîkan di dema Pêxember de li Mekke kirin, nîne. Dest ji Misilmanbûyînê berdin, vana nikarin bibin mirov jî."

'DAIŞ XIYANETÊ LI PÊXEMBER DIKE'

Denîz çapkirin û belavkirina nasnameyê ji aliyê DAIŞ'ê weke 'munafiqiyê' nirxand û got, "Ev yek nîşan dide ku vana çiqasî li xwe difikirin, çiqasî dûrî ji ola Îslamê ne. Nasnameyeke manewî ya Hz. Mûhammed tinebû. Em dikarin bêjin ku bi tenê nasnameyeke wî hebû, ew jî Quran e. Eger mirov jiyana Pêxember û karên DAIŞ'ê bînin pêşberî hev, derdikeve holê ku ya DAIŞ dike xiyanet e ku li hemberî pêxember dike. Ev nasname jî nîşan dide ku çiqasî ji rê derketine."

...