Dagirkeriya Tirk li Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên ku li Rojava dike, li Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên ku li Rojava dike, li Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê hatin şermezarkirin.
Nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj mezin dibe.
MÎSK
Komek ji ciwanan li ber Serkonsolosxaneya Tirk a li paytexta Belarûs Mîskê li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku komkujiyên dewleta Tirk li dijî sivîlan dike sûcê şer e û hêzên koalîsyonê yên bi rengekî xemsar nêzî mijarê dibin hatin rexnekirin.
KÎEV
Li paytexta Ûkrayna Kîevê Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya Tirk li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de ku medya xwecihî jî bi baldarî şopand, destwerdana wezîfedarên konsolosxaneyê ya li çalakiya beriya niha bi tundî hate şermezarkirin.
DERGAÇÎ
Kurdên li navçeya Dergaçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê jî dagirkeriya dewleta Tirk bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Çalakgeran bang li Kurdistaniyan hemûyan kirin ku li dijî zilmê dakevin qadan û gotin, "Ev şer ne tenê li qada şer e. Şer şerê li dijî hebûna Kurdan e, şerê man û nemanê ye."
AZÎNGE
Li navçeya Azîngeyê jî Meclîsa Gel çalakiyek pêk anî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir.
Di çalakiyê de hate xwestin ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin tavilê bên rawestandin.