Dagirkeriya şaredariyan li Fransayê hate şermezarkirin

Li bajarên Parîs, Marsîlya, Bordeaux û Lorîentê yên Fransayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kirin.

Li Parîsê nêzî hezar Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î şermezar kirin. Çalakger li meydana Repqûblîqûe li hev kom bûn û heta meydana Bastîle bi qîrîna dirûşma "Em ê koalîsyona şer a AKP-MHP'ê têk bibin" meşiyan.

Bi navê çalakgeran li meydana Bastîlle daxuyaniyek hate xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê jî desteserkirina şaredariyan şermezar kirin. Nêzî hezar kes tevlî çalakiyê bûn û terora dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi hezaran belavokên bi zimanê Fransî yên der barê desteserkirina şaredariyan hatin belavkirin. Bi navê Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê Annîck Samoûelîan axivî û diyar kir, ku dewleta Tirk bi rêzdarî nêzî îradeya Kurdan nabe.

Samoûelîan bang li dewleta Fransayê jî kir ku li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.

LORÎENT

Kurdistaniyên li bajarên Lorîent û Vannesê jî tevî dostên xwe li Place Paûl-Bert a bajarê Lorîentê li hev kom bûn. Çalakger li ber pankarta bi nivîsa "Doh Hîtler, îro Erdogan" meşiyan. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

BORDEAÛX

Desteserkirina şaredariyên HDP'î li bajarê Bordeaûxê jî hate şermezarkirin. Bi sedan kes li Place de la Boûrse li hev kom bûn û heta meydana Vîctoîre meşiyan. Siyasetmedarê Kurd Xeyrî Karakoçan li qada çalakiyê axivî û anî ziman, dewleta Tirk dixwaze tola xwe ya têkçûna li Rojava bi vî rengî hilîne.