Dagirkeriya dewleta Tirk li Rûsyayê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava li Kradnodarê hatin şermerzarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava li Kradnodarê hatin şermerzarkirin.
Kurdên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê çalakiyek pêk anîn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin.
Di çalakiyê de ya li ber Navenda Çandê ya Krasnodarê Nadîre Çerkez axivî û got, "Erdogan li pêş çavên tevahiya dinyayê Kurdan dikuje."
Çerkez bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî zilma ku li Kurdan tê kirin û got, "Kurd hewl didin bi hêza xwe li dijî van êrîşên qirêj rawestin. Di serî de Rûsya divê hêzên navneteweyî tavilê bikevin dewrê û sûcên şer ên Tirkiyeyê rawestînin."
Çerkez got, "Bi navê Kurdên li Rûsyayê em dibêjin ku em li gel şervanên azadiyê ne."