Dagirkerî li Mulhoûse, Hambûrg û Saarbruckenê hate şermezarkirin
Li bajarê Mulhoûse yê Fransayê û li bajarên Hambûrg û Saarbrucken ên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Mulhoûse yê Fransayê û li bajarên Hambûrg û Saarbrucken ên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Çalakiyên li Ewropayê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didomin.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê jinên Elman ên hunermend ve hatin şermezarkirin.
Jin bi pêşeniya Însiyatîfa Hambûrgê ya 'Jin Rojava Diparêzin' li hev kom bûn û bi performansa xwe ya hunerî bal kişandin ser şerê li dijî Kurdan.
Jinên ku wêneyên sivîlên ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan hildan û qala çîroka jiyana wan kirin.
Jinan her wiha der barê mijarê belavok xwendin.
SAARBRUCKEN
Li bajarekî din ê Elmanyayê li Saarbruckenê jî Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Ji bo bîranîna mirovên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan find hatin vêxistin.
Di çalakiya bêdeng de bêdengiya Ewropayê bi taybetî ya Elmanyayê ya li pêşberî komkujiyan hate şermezarkirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Terorîst Erdogan" bi dawî bû.
MULHOÛSE
Li bajarê Mulhoûse yê Fransayê, bi banga Komîteya Piştevaniya Rojava Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li dijî Kurdan şermezar kirin.
Çalakî li navenda bajarê Mulhoûseyê pêk hat û bang li gelê Fransayê hate kirin ku piştevaniya Kurdan bikin.
Di çalakiyê de belavokek hate xwendin û armanca rejîma Erdogan a ji bo qirkirina Kurdan hate bibîrxistin. Di belavokê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji dema avabûnê ve gelan qir dike.