Dag: Jin û ciwan wê desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşînin

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag bang li ciwanan kir ku tevlî mitînga Amed û Stenbolê bibin û got, “Jin û ciwan wê desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşînin.”

Berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Dêrsim Dag li Buroya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk ya Amedê daxuyanî da.

Dag di destpêka axaftina xwe de şehîdên Fermana 3'ê Tebaxê bi bîr anî û got: “Di fermana 74’emîn a Êzidiyan de zêdeyî 6 hezar jin û zarok hatin revandin û bi hezaran hatin qetilkirin. Ev zîhniyeta dijminê jinan li Tirkiye jî di her qadên jiyanê derdikeve pêş.

Di demê dawî de 12 endamên me yên Meclîsa Ciwanan û endamê me yê PM’ê Dîvan Orman jî di nav de bi hinceta ku xebatên HDP’ê dikin, bi awayekî neqanûnî hatin destgîrkirin. 5 hevalên me jî ji ber xebatên partiyên siyasî û daxuyanî hatin destgîrkirin. Lewre ev polîtîkayên desthiladariya AKP û MHP’ê bêtehamuliya li hemberî mafê siyasî yê ciwanan nîşan dide. Em li vir careke din tînin ziman: Wekê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê em ê her roj xwe zêdetir rêxistin bikin, em ê ti carî ji bo jiyana xwe dev ji siyaseta demokratîk bernedin.

Divê hemû hevalên me, di serî de endamên Meclîsa Ciwanên HDP’î ku girtî ne demildest bên berdan. Hevalên me yên ku bi polîtîkayên desthiladariya AKP û MHP’ê tên darizandin, tenê ji ber xebatên partiyan di girtîgehan de ne. Em baş dizanin ku armanca sereke ew e ku gel û ciwanan ji siyaeta demokratîk dûr bixin û siyaseta li dijî desthilatdariya xwe asteng bikin. Em ê li dijî van kiryaran têkoşîna xwe bilind bikin û xebatên xwe yên li qada siyaseta demokratîk pêk bînin.”

 ‘ÇARESERÎ LI GEL ME YE’

Dag di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ciwan baweriya xwe bi desthiladariyê naynin û ciwan wê destûrê nedin ku AKP û MHP’ê desthilatdariya xwe bi vî rengî bidomîne. Em li hemberî vê tabloya tarî ne bêçareserî ne, em her tim tînin ziman ku li hemberî polîtîkatên desthiladariyê ku li ser gel û ciwanan tê ferzkirin, bi rêxistinbûna xwe çareseriyê ji vê yekê re dibînin.

Em bi dirûşme ‘Çareserî li gel me ye, ji şer û kedxwariyê re na ‘ 6’ê Tebaxa 2022’ê de li Amedê û di 7 Tebaxê de jî li bajarê Stenbolê mitîngê li dar dixin. Em dibêjin ku li hemberî kesên ku ciwanan bê pêşeroj dihêlin, destdirêjiya jinan û birçîbûnê rewa dibînin, çareserî li gel me ye. Em dibêjin ku çareserî li ba têkoşîn, rêxîstinbûn, gel, ciwan û jinan e. Em cardin li vir bang li her kes û ciwanên ku ji desthilatdariya AKP û MHP’ê aciz in û ji kesên ku dibêjin ‘Wiha nabe, em ji şer, birçîbûn û gendeliyê qebûl nakin’, tevlî mitînga sibê û yekşemê bidin.

Ciwan û jinên ku ji qada siyaseta demokratîk tên dûrxistin, wê dawiya desthilatdariya AKP û MHP’ê bînin û desthilatdariya wan hilweşînin. Em li vir bang li ciwanan dikin: Werin em li dijî kesên ku we bêpêşeroj û bê hêvî dihêlin û wê ji nedîtî ve tên, têkoşîna xwe ya li qada siyaseta demokratîk bilind bikin.”