Dadgehê 10 meh ceza li  Ferhat Encû birî

Ferhat Encû yê ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, 10 meh cezayê dî lê hate birîn. Ceza vegerandin cezayê pereyan.

Ferhat Encû yê ku dîl girtî û parlamenteriya wî ya Şirnexê hatibû betal kirin ji dosyayek din ku dihate darizandin ceza lê hate birîn.

DESTÛR NEDABÛ LI MALA WÎ YA LI HEZEXÊ BIGERIN

Di derbarê Encû de, di dema ‘qedexeya derketina derve’  ku destûr nedabû li mala wî ya li  Hezexê bigerin bi sûcê “Heqaret li hikûmeta Komarê ya Tirkiyeyê, organên darazê yên dewletê û endamên emniyet û leşkerî’ kiriye doz lê hatibû vekirin.

Rûniştina 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye a Hezexê pêk hat û Encû li Girtîgeha Tîpa F a Nimre 1 a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û xizmên Encû beşdarî dozê bûn.

Heyeta Dadgehê 10 meh cezayê girtîgehê li Encû birî û ev ceza vegerandin cezayê bi pere.