Dadgeha Iraqê 42 girtî bi darve kir
Dadgeha Iraqê 42 girtî bi darve kir
Dadgeha Iraqê 42 girtî bi darve kir
Wezîrê Dadê ya Iraqê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku hefetya bihurî 42 girtiyên ji ber sedemên terorî hatibûn girtin, hatin bi darvekirin.
Li gorî nûçeyek Pûkmedîa, Wezîrê Dadê yê Iraqê Hesen Şimerî, îro di daxuyaniyek ya xwe de ragihand ku, hefteya derbasbûyî 42 girtiyên ku, ji ber di bûyerên terorîstî de li Iraqê cih girtibûn, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatibûn girtin, li gor qanûna 4’an ya Iraqê tawan barbûn û cezayê darve kirinê ji aliyê dadgehê ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev ceza ji aliyê Serokkomariyê ve hat erêkirin û kesên mijara gotinê hatin darvekirin. Tê gotin, di nava yên hatine darvekirin de jinek jî heye.