Dadgeha Enqreyê bû hevkarê înfaza Bazîdaxa
Dadgeha Enqreyê bû hevkarê înfaza Bazîdaxa
Dadgeha Enqreyê bû hevkarê înfaza Bazîdaxa
Di 3’emîn danişîna doza der barê înfazkirina xwendekarek û du gerîlayên HPG’ê li gundê Kel ya Bazîdaxa ya Wanê bi saxî hatibûn girtin û îfazkirin, de yekane gumanbar Fermandarê Cendermeyan yê wanê yê teqawîtbûyî Vecîhî Halîl Îyîgun hat tahliyekirin.
Di 7’ê cotmeha 2009’an de li gundê Kel ya navçeya Bazîdaxa ya Wanê xwendekar Îbrahîm Atabay û du gerîlayên HPG’ê Sunullah Kesercî (Sîpan) û Necmeddîn Ahmed Hasan (Necmî Afrîn) bi saxî hatibûn girtin û înfazkirin. 3’emîn danişîna dozê di heman demê de di salvegera qetilkirina wan de hat dîtin. Yekane gumanbarê girtî fermandarê teqawît Vecîhî Halîl Îyîgun hat tahliyekirin. Xalê Atabay , Îrfan Demîrkaya got: “Kujer hêj di navbera me de digere. Emê dozê bibin DEMM’ê.
Danişîn li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin. Ligel Halîl Îyîgun yê girtî, Cigirê Fermandarê Tabura Tevgera Taybet a Cendermeyan Hakan Başakligîl, Ustegmen Muhlîs Çolak, Berbaz Kabîl Tanyelî, pisporên çawîş yên li Cendermeya Tevgera Taybet peywirdar bûn, Îsmaîl Taşdemîr, Hasan Kaya, Unal Demirbaş, Hasan Emîr, Mustafa Kupelî, Abdulkadir Karaca, Abdulmutalîp Ateş, Mustafa Perpîl, Mehmet Kocaboga, Hamza Çelîk, Huseyin Guzel, Mevlut Mete û Ozgenç Soylu di dozê de amade bûn. Malbata Îbrahîm Atabay jî tevli bû.
Doz taloqî 25’ê mijdarê hat kirin.
ÇI BIBÛ?
Di çarçoveya înfazê de bi armanca ku leşkerên ji sûcê ‘bi qestî kes kuştiye’ bê darizandin. Îdianameya hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de cih dan îfadeyên şahidan. Beriya ku yekemîn danişîna dozê li Erçîşê bê dîtin, birin Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê.