Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, dadgeha herêmî mohra xwe danî binê biryareke sosret. Roja 12'ê Îlona 2015'an li Hannoverê di dema xwepêşandaneke faşîstên Tirk de Celal A. êrîş biribû ser Kurdên li herêmê dimeşiyan. Dadgeha Elman jî cezayekî welê da êrîşkarê faşîst ku weke 'xelatê' tê dîtin û hişt ku faşîstê Tirk şovê bike.
Dozgeriyê xwest, ji ber hewldana kuştina çar kesan ji 6 heta 10 salan cezayê girtîgehê li Celal A. bê birîn. Tevî ku bi lêpirsîneke xurt îdîaname hate amadekirin jî êrîşkar sê salan bi serbestî digeriya.
Îlona 2015'an, ji bo destekkirina şer û komkujiyên ku dewleta Tirk li bajarên Bakurê Kurdistanê dikir, li bajarê Hannoverê nîjadperestan xwepêşandanek lidar xistibûn. Yek ji kesên tevlî wê xwepêşandanê bû, faşîstekî bi navê Celal A. bû ku li bajarê Hannoverê ajokariya taksiyê dikir.
BI KÊRÊ ÊRÎŞ BIR SER KOMA KU BI KURDÎ DIAXIVÎ
Wê wextê, çend Kurd bi tesadûfî li cihekî nêzî xwepêşandanê derbas dibû. Celal A. bi kêrê kete nava koma ku bi Kurdî diaxivî û bi gotina "Divê hemû Kurd bên serjêkirin" êrîş bir ser Kurdan. 4 Kurdên ku ne li benda êrîşê bûn, ji ber derbên bi kêrê birîndar bûn. Yek ji wan jî ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Mazlûm Omer bû ku ji qirika xwe bi derba kêrê bi giranî birîndar bû.
Celal A. piştî êrîşê teslîmî polîsan bû û piştî demekê ji bo bi rengekî negirtî were darizandin hate berdan. Tevî ku yekîneyên lêpirsînê yên Elman di wê demê de lêpirsîn teqandin jî, doz bi rêk û pêk bi rê ve neçû.
Piştî rûniştinên ku 13'ê Tebaxê dest pê kirin, dadgeha li Hannoverê doh biryara xwe eşkere kir. Dadgehê faşîstê Tirk bê sûc dît û dosya dozê girt. Di rûniştina dozê de Celal A. henekê xwe bi dadgehê jî kir û got, "Ez di rê de derbas dibûm, kêr di destê min de bû, wan xwe li kêra min xistin." Dadgehê tevî vê yekê jî faşîstê Tirk Celal A. bê guneh dît.
OMER: BI ŞENSÊ NEMIRIM
Temaşevanan bi gotina "Ev der ne Sûriye û Tirkiye ye, ji me hebû ku li vir hiqûq heye" nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê dan. Ciwanê Kurd Mazlûm Omer ku tevlî rûniştina doh bû got, "Dewleta Elman neheqiyeke mezin li min kir."
Omer biryara dadgehê ya li ser Celal A. ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku ev biryar bi ti awayî nayê qebûlkirin û wê heta dawiyê mafê xwe biparêze. Omer ê 29 salî, ji ber ku li cihê bûyerê gelekî xwîn jê çû û zû dest lê nehate werdan, birîndariyê gelekî xisar li bedena wî kir.
Omer ku ji ber derba kêrê ya li qirika wî ket, bi zehmetî diaxive û got, "Bi şensê ez wê rojê nemirim. Eger hinekî din xwîn ji min biçûya ez îro ne sax bûm. Gelo ji bo ku dadgeh ceza lê bibire, diviyabû ez bimiram?"
Omer bi bîr xist ku ti eleqeya wî bi xwepêşandana wê rojê tinebû, haya wî jî jê nebû û got, "Piştî wê rojê jiyan li min herimî. Demeke dirêj tedawî bûm. Gelo ez ê hesabê vê yekê niha ji kê bipirsim?"