Dadgeha Destûra Bingehîn têkilî Onder biryara 'binpêkirinê' da

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk têkilî Sirri  Sureyya Onder ku rehîn hatiye girtin biryar da ku ''azadiya derbirînê hatiye binpêkirin''.

Dadgeha Destûra Bingehîn, biryar da ku bi birîna 3 sal û 6 meh cezayê ku ji ber axaftina Newroza 2013'an a li Parlamenterê berê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder , mafê "azadiya ramanê" yê Onder hatiye binpêkirin. 
 
Ji ber axaftina Newroza 2013'an a Stenbolê ya ku li Qada Kazlıçeşmeyê hatibû pîrozkirin, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamenterê berê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder hatibû birîn. Onder, ji 6'ê Kanûna 2018'an ve ji ber vî cezayî, li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 1 a Kandirayê girtî ye. 
 
Cezayê ku 26'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê li Onder birîbû, ji aliyê 2'emîn Daîreya (îstinaf) Dadgeha Adliya Herêmê ya Stenbolê ve hatibû pejirandin. Li ser vê yekê Onder serî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. 
 
AYM'ê serlêdana Onder nirxand û biryar da ku mafê Onder ê "azadiya ramanê" hatiye binpêkirin. 
 
Li ser vê biryara AYM'ê tê payîn ku Onder ji girtîgehê bê berdan.